Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan

Yekemîn şanoya ku ji hêla komîteya temeşvan a Mîhrîcana 5’an a Şehîd Yekta Herekol ve hatiye hilbijratin, hate pêşandan. Mîhrîcan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo li dar dikeve.

Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan
Şanoya yekemîn a mîhrîcana Yekta Herekol hate pêşandan
28 adar, 2021   18:27
QAMIŞLO

Sernavê şanoyê "Kulîlka Sor Layiqî General e" ku ji aliyê Hemdî Mosellî ve hatiye nivîskan û derhênêr Fîras Remedan e û lîstokvanên şanoyê koma ji Reqayê bû.

Şano ji kesayetên sereke pêk tê (General, Murcan, Mariya) û du kesên xeyalî (Kur û hevjîn).

Şano ji nivîsên cîhanê yên nêzî nivîsên rûsî û inglizî hatiye girtin.

General rola afrîner dilîze, armanca wî jî ew e ku 10 hezar sîsrik di 20 saneyan de bikuje û êdî hewasa wî kuştina sîsrikan e.

Li gorî general, pêdiviya mirovahiyê bi mirina aram û bê reşkirin heye, divê mirin ne di şeran û bi xirabkirina cenazeyan de be.

General di hundirê de di nava nakokiyan de ye, dibîne ku hêz çareserî ye. Her kesê hêz li gel wî heye, aştî jî di destê wî de ye. Di naverokê de mînakeke zindî li ser heye; "Heke tu ne gur bî, dê gurê te bixwin."

Lê der heqê kesayeta "Mariya" ya ku xweşka general e, hewl didepiştî ku kur û hevjînê xwe winda kir, afrîneriya birayê xwe wêran bike. Li gorî Mariya birayê xwe di rewşên ne zelal de winda bû û kurê wê di şer de hate qetilkirin û bû cenazeyek bê parçe.

Kesayeta General a ku rola afrîner bi rê ve dibe, ku mirovahiyê bêyî ku bi cenaze were lîstin, rizgar bike di navbera General û Mariya de şerê li ser wêrankirina afirîneriyê dest pê dike.

Şano bi hewldana wêrankirina afirînerê bi dawî dibe, lê belê General dostê xwe yê zarokatiyê (Mircan) û xweşka xwe (Mariya) dikuje. Mircan kesayeta sêyemîn a şanoyê ye, bi wê re General li dawiyê digihîne armanca xwe.

Di dawiyê şanoyê de, derfet li pêş rexnegir û gel hate vekirin, da ku nêrînên xwe li ser rola aktoran û asta nivîsê bidin. hinekan da zanîn ku rola lîstokvanên şanoyê ne zêde bi bawer bûn û dîmen ne zêde balkêş bû.

Ji hin rexnegiran jî, diyar kir ku nivîs ji aliyê dramatîk ve û formekirina wê lawaz bû û eşkere kir ku hilbijartina nivîsekê mîna vê divê bi bandoreke mezin û baldariyekê were hilbijartin.

Mîhrîcana Şehîd Yekta Herekol bi pêşandina çalakiyên xwe heta 6’ê Nîsana bê berdewam e.

(fr)

ANHA