Macron û El-Sîsî: Divê destwerdana li Lîbyayê bi dawî bibe û çete derkevin

Serokê Fransayê Emmanuel Macron û serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî bi telefonê axivîn û gotin, pêwîste çete ji Lîbyayê derkevin û destwerdanên biyanî li Lîbyayê werin bidawîkirin.

Macron û El-Sîsî: Divê destwerdana li Lîbyayê bi dawî bibe û çete derkevin
28 adar, 2021   17:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi telefonê bi serokê Misirê Abdulfetah El-Sîsî re li ser geşkirina têkilî û hevkariya xurt di navbera Qahîra û Parîsê de, dozên herêmê, di serî de jî aloziya Lîbyayê got û bêj kirin.

Macron û El-Sîsî li ser rêveçûnên çareseriyên krîza Lîbyayê ji aliyên leşkerî, siyasî û aborî ve nîqaş kirin.

El-Sîsî di vê çarçoveyê de destnîşan kir ku pêwîst e çete ji Lîbyayê bi derkevin û destwerdanên biyanî yên nerewa li Lîbyayê bi dawî bibin, da ku hilbijartin di Kanûnê de pêk werin.

Li aliyekî din jî serokê Fransayê spasiya rola misirî ya zindî di çareserkirina krîza Sûriyê û xebatên şexsî yên serokê El-Sîs kir, ku rêveçûna siyasî ya çareserkirina doza Lîbyayê geş kir.

Her du serokan li ser girîngiya xurtkirina xebatên hevbeş ji bo têkoşîna li dijî terorê li herêma perava Afrîkayê li hev kir. Da ku ewlehî û aramî li herêmê pêk were û geş bibe.

(fr)