Ciwanên Efrînê salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz bi bîr anî

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê îro meşek bi meşaleyan li navҫeya Fafîn a kantona Şehbayê ji bo bîranîna salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz, li dar xist.

Ciwanên Efrînê salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Ciwanên Efrînê salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Ciwanên Efrînê salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Ciwanên Efrînê salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
Ciwanên Efrînê salvegera şehadeta Mahsûm Korkmaz bi bîr anî
28 adar, 2021   19:20
ŞEHBA

Bi dehan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herema Efrînê li ser rêya di navbera bajarokê Babinês û Fafînê de kom bûn û alên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Yekitiya Jinên Ciwan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û meşaleyên agir hildan.

Meş li tevahî taxên navçeya Fafînê gerî û tê de diruşmên silavkirina berxwedana girtiyan, şêniyên Efrînê û HPG’ê ya li çiyayên Kurdistanê hildan.

Meş li qada Dibistana Ajotinê ya navҫeya Fafînê vegerî mîtîngê û deqeyeke rêz girtin, piştre endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya herêma Efrînê Wersîl Abdulhemîd daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin şehîd Egîd di girtîgeha dewleta Tirk a dagirker de berxwedaneke bêhempa pêk anî û bedena xwe kir rêya ronahiya azadiyê.

Di dawiya daxuyaniyê de hat piştrastkirin divê ciwanên şoreşger û tevahî gel şopdarên rêya şehîd Egîd û tevahî şehîdên azadiyê bin, heta armancên wan pêk tînin.

Meş bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(dm)

ANHA