Jinên Reqayê ji bo rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvendanê da destpêkirin

Rêveberiya Jinan a Reqayê û Komîteya Azadiya Rêbertî ya Reqayê bi banga rakirina tecrîdê li ser rêber Abdullah Ocalan û eşkerekirina rewşa wî çalakiya konvedanê da destpêkirin.

Jinên Reqayê ji bo rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvendanê da destpêkirin
Jinên Reqayê ji bo rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvendanê da destpêkirin
Jinên Reqayê ji bo rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvendanê da destpêkirin
Jinên Reqayê ji bo rêber Abdullah Ocalan çalakiya konvendanê da destpêkirin
27 adar, 2021   15:29
REQA

Kon li naverasta bajarê Reqayê hate vedan û bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan pankartên "Na ji dagirkeriya Tirk re", "Ji rêbertî re azadî", "Azadiya rêbertî azadiya me ye" û "Hilweşe komploya navneteweyî ya li dijî rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan" hatiye xemilandin.

Di roja yekemîn a çalakiyê de, bi dehan şêniyên Reqayê, tevî endamên saziyên sivîl herikîn bin kon.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Endama Rêveber a Rêveberiya Jinan a Reqayê Nesrîn Hesen daxuyaniya çalakiyê xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Rêveberiya Jinan a Reqayê bi beşdarbûna Komîteya Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û bi durişma "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya me ye" ev kon vedaye. Ev çalakî ji bo şermezarkirina rêbazên paşverû yên nemirovî yên ji aliyê hikumeta Tirk û dewletên komploger ve yên li dijî rêbertî ye.

Di demekê de ku em jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û jinên Reqayê bi taybet bawer in ku em û tevahî çînên civakê bûne armancên sereke yên hikumeta Tirkiyê û dewletên dîtir. Ji ber em baş dizanin ku ew dewlet êdî dizanin ku rêber Abdullah Ocalan tenê girtiyê fîzîkî ye, lê di aliyê fikirî de azad e û di wijdana her kesê/a ku wî nas dike de, ye. Ji lew re dem bi dem li ser jiyana wî idîayan derdixin. Ji ber ku ew dewlet bawer in ku wêrankirina desthilat û kursiyên ku li ser pişta xizan û bindestan ava kirine, dê bi fikirê rêbertî werin rûxandin.

Li ser vî bingehê, em îro li vir kom bûne ku nêrîna xwe ji raya giştî re par ve bikin û gotina rast a ku tevahî dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî ji ber aciz in, vebêjin ku rêber Abdullah Ocalan kesayetê yekane yê ku bêyî berdêl azadiya xwe di oxira azadiya gelên bindest de daye.

Em êdî dikarin projeya neteweya demokratîk biparêzin û dê bibe çirûska ronahiyê li Rojhilata Navîn a nû ku tê de azadî, edalet û wekhevî heye.

Ji lew re em bang li tevahî gelên bindest dikin ku ji bo rêbertî bibin mertal."

‛BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ YA LI DIJÎ RÊBER OCALAN DAXMAYA ŞERMÊ YE’

Dûvre, endama rêveber a Meclisa Sivîl a Reqayê Şeza Mihemed axivî û got: "Azadiya rêber Ocalan azadiya me ye, ji ber ku bi azadiya jinan bang kiriye. Her wiha rola rêber Ocalan di rizgarkirina Reqayê ji qirêjiya DAIŞ’ê de mezin bû."

Şeza Mihemed: "Em îro di bin vê konê de ne û banga azadiya rêberê ji girtîgeha Îmraliyê dikin."

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Neisan wiha axivî: "Faşîzma ku rêbaza şerê taybet li dijî fîlozof Abdullah Ocalan dimeşîne û bêdengiya navneteweyî daxmaya şermê li hember alîgirên azadî û demokrasiyê ye."

Fatme Neisan da zanîn ku divê civaka navneteweyî banga azadiya rêber Ocalan û têkoşer Çîçek Kobanê bike.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Meclisên Gel ên Reqayê Huda Ehmed diyar kir ku tecrîda li dijî rêber Ocalan bi hewldanên qedexekirina azadiya gelan e, ji ber ku bi rêya fikirê rêbertî ew bûne xwediyên vîn û civaka exlaq a azad.

Huda Ehmed bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û fişarê li deweta Tirk bikin da ku parêzerên rêbertî û malbata wî serlêdanê bikin û bang li gel kir ku têkoşînê bilind bikin.

Tê payîn ku konê çalakiyê heta çarşema bê dewam bike.

(fr)

ANHA