Saziyên Civaka Sivîl a Helebê hatin avakirin

 Li Helebê civîna damezrîner a Saziyên Civaka Sivîl hat lidarxistin û endamên yekitiyan ên girêdayî Saziyên Civaka Sivîl rêziknameyê erê kir.

Saziyên Civaka Sivîl a Helebê hatin avakirin
Saziyên Civaka Sivîl a Helebê hatin avakirin
Saziyên Civaka Sivîl a Helebê hatin avakirin
Saziyên Civaka Sivîl a Helebê hatin avakirin
Saziyên Civaka Sivîl a Helebê hatin avakirin
27 adar, 2021   15:10
HELEB

Bi armanca birêxistinkirina civakê li gorî bingehên demokrasî û Rêveberiya Xweser, civîna damezrîner a yekem a Saziyên  Civaka Sivîl a Helebê bi diruşma"Bi Fikira azad em ê civaka demokratîk û exlaqî ava bikin" hate lidarxistin.

Civîn li Caffee Telet Heleb a li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya endamên yekitiyên sivîl, nûnerên ji partiyên siyasî, rêxistinên hiqûqî û sivîl hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/03/27/141125_ghryb-hsw.webp

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk Xerîb Hiso û Hevseroka Meclisa Gişt ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Valantîna Ebdo axivîn.

Hiso got, di merheleya ku Sûriyê bi gistî û herêmên dagirkirî bi taybet tê re derbas dibin de pêwîstî bi çareyeke giştî ji krîza Sûriyê re heye."

Hiso wiha domand: "Tevahî pêkhateyên ku beşdarî avakirina Rêveberiya Xweser bûne, ji bo parastina xaka Sûriyê dixebitin. Ji ber ku endamên wê ji derve nehatine û ne dagirker in, lê belê ji Sûriyê ne."

Der heqê sûcên li herêmên dagirkirî pêk tên de, Hiso wiha pê de çû: "Tevahî sûcên ku li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê pêk tên bi rewabûneke navneteweyî ye, ji ber ev dagirkerî di encama peymanên navneteweyî yên qirêj de ku di navbera dewleta Tirk û dewletên dîtir de, derket."

/ar/uploads/files/2021/03/27/141147_falntyna-abdw.webp

Valantîna Ebdo di destpêka axaftina xwe de damezrandina Saziyên Civaka Sivîl a Helebê pîroz kir û hêvî kir ku hevkarî û hevgirtin di navbera tevahiyan de hebe, da ku azadî, demokrasî û aramî pêk were.

Valantîna Ebdo behsa rêgezên parastina destkeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî kir ku bi saya kedên şehîdan hat avakirin.

Piştî axaftinan, nûnerên Saziyên Civaka Sivîl wêneya şehîd Rûken da malbata wê.

Di civînê de bendên rêziknameyê hatin xwendin û ji hêla beşdaran ve hatin nîqaşkirin û erêkirin.

(fr)

ANHA