Şehîd Yekta Herekol li Helebê hate bibîranîn

Şehîd Erdogan Qehreman (Yekta Herekol) di salvegera şehadeta xwe de li Helebê hate bibîranîn.

Şehîd Yekta Herekol li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Yekta Herekol li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Yekta Herekol li Helebê hate bibîranîn
Şehîd Yekta Herekol li Helebê hate bibîranîn
27 adar, 2021   15:45
HELEB

Erdogan Qehreman Yekta Herekol 27’ê Adara 2004’an di Roja Cîhanê ya Şanoyê de li dijî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û siyasetên hikumeta Şamê yên li dijî gelê Kurd çalakiyeke fedayî pêk anî. Yekta Herekol piştî pêşandana şanoyê, li Qada Sedellah El-Cabirî ya Helebê, agir berda bedena xwe.

Bîranîn ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo ya Helebê ve hate lidarxistin.

Piştî deqeya rêzgirtin, Hevseroka Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo Hediya Osman û endama navendê Hêwa Betal peyama şehîd Yekta Herekol xwend.

Endamên navendê şanoyek û stran pêşkêş kirin.

ANHA