Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê

Coşa gelê herêmê û biryara wan di Newroza 2021’an de dubare hat nîşandan. Şêniyên ku di salên 1970’yî de bi komên biçûk Newroz pîroz dikir û zarokên ku pêşeroja şoreşê ne, Newroz pîroz kir.

Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
Dîrok û pêşeroja Bakur û Rojhilatê Sûriyê
21 adar, 2021   14:33
QAMIŞLO – CÎHAN BÎLGÎN

Di Newrozê de hema bibêjin berê kamereya her kesî yan li dayikan yan jî li zarokan dikeve. Di Newroza bajarê Qamişlo de jî ne mimkûn bû ku zarok nekevin kadraja me. Bi cil û bergên kurdî, leşkerî û wan tiliyên biçûk sembola serkeftinê di wêneyan de cih digirin. Di devê wan de gotina `Apo, Apo` di destên wan de jî wêneyên YPG/YPJ’ê hebûn. Warê ku êriş li ser heye, ji aliyê Dehaqên sedsala 21’emîn ve hatiye dorpêçkirin, ev wêne diyar dikin ku pêşeroj ji niha ve amade ye. Ew tirsa dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li vê qadê bi wan tiliyên biçûk bi sembola azadiyê re peyamên xwe dan.

PÊŞEROJ JI NIHA VE AMADE YE

Ne ji 7 salî heya 70 salî, di vê Newrozê de ji zarokên 6 mehî heya 85 salî li qadan Newroz pîroz kir. Dayikên temenmezin bi desmalên xwe yên kesk, sor û zer, bav jî bi egalên serê xwe, bi cil û bergên kurdî pêşwaziya meha têkoşînê kir. Gelek ji wan beriya şoreşê bi veşartî Newroz pîroz dikir ku deshilatdariya hikumeta Şamê sedema vê bû. 11 sal ku bi şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê re vê rojê pîroz dikin. Ruxmî ku di nav pencên qirkirinê de tên jî bi biryarin ku wê dîrok û pêşerojên vî gelî bi sekna xwe her vê rojê di nav şoreşê de pîroz bikin.

Îsal dîrokên vî welatî dîsa azadiya fizîkî ya Rêberê xwe qîr kir. Li ser zimanê wan her “Bê Serok jiyan nabe” hebû. “Yê ku em anîn vê rojê ew e. Xwezî di nav me da ba.” Ev peyama di nav şêniyan ”Ger ew fizîkî azad bibe em jî azad bibin” ev peyam jî ya li ser dikê bû.  Bi kurtasî Newroza îsal ji devê dîrok û pêşerojê de hilweşandina zindana Îmraliuê û azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan bû.

ANHA