Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê

Bi hezaran şêniyên Efrînê yên li Şehbayê, şêniyên Helebê û Şengalê agirên Newrozê dadan.

Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
Ji Efrîn heta Şengalê meşeleyên Newrozê
20 adar, 2021   19:06
NAVENDA NÛÇEYAN

EFRÎN

Şêniyên Efrînê yên li kamp û gundên Şehbayê agirê Newrozê pêxistin, bi vê yekê teqeziya xwe bi xeta berxwedanê ta rizgarkirina Efrînê û qewitandina dagirker û çeteyan kirin.

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê, li qad û deverên giştî yên navçe, gund û kampên kantona Şehbayê meşleyên Newrozê hildan, diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê berz kirin.

Pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb û Tirkmanên xwe li qadên giştî kom bûn, agirên Newrozê dadan û li derdora wê li ber stranên neteweyî û folklorî gerandin.

HELEB

Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê, li qada Şehîdan a beşê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê, herêma Cebanat a beşê rojhilat û li ber parka Îstîqama ya taxa Eşrefiyê kom bûn û agirên Newrozê dadan.

Şêniyan li derdora agir govend gerandin.

ŞENGAL

Bi sedan şêniyên Şengalê, li çiyayê Şengalê agirê Newrozê dadan û li derdora wê xelekên govendê gerandin.

Li herêma Serdeştî ya li çiyayê Şengalê, bi dehan şênî agirê Newrozê dadan û pîrozbahî kirin.

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YuOwLW21AMg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Şêniyên Qamişloyê bi gera erebeyan û pêxistina agir, Newroz pîroz kir.

Li hemû taxên bajarê Qamişlo şêniyan bi coş agirê Nerwrozê pêxistin.

Di gera erberyan de wêneyên rêber Abdulah Ocalan hatibûn rakirin û sloganên  "Berxwedan jiyan e " hatin berzkirin.

Îro ji seatên piştî nîvro ve heta niha gel li kolan û taxên xwe Newrozê pîroz dikin.

(sb)

ANHA