Salih Muslim: Newroza 2021'î bû Newroza vejînê li hemberî planên tunekirin û hilweşînê

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim peyama Newroza 2021'an da û got: "Newroza 2021'an bû Newroza vejînê li hemberî planên tunekirin û hilweşandinê."

Salih Muslim: Newroza 2021'î bû Newroza vejînê li hemberî planên tunekirin û hilweşînê
21 adar, 2021   16:08
NAVDNDA NÛÇEYAN

Endamê Desteya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim peyama Newrozê li hesabê xwe tiwîtterê weşand. Muslim di peyama xwe de got: "Newroza 2021'an bû Newroza vejînê li hemberî planên tunekirin û hilweşandinê. Li aliyekî şer, li aliyekî din serhildan, ji aliyekî din ve destê aştî û biratiya gelan.

Gelê Kurd bi rastî pêşengê demokrasî, aştî û biratiya gelan e. Bijî Newroz, bijî gelê gelê Kurd, bijî biratiya gelan."

ANHA