Li Tebqayê agirê Newrozê hate dadan

Îro bi dirûşma"Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dawî li dagirkeriyê bînin" bi sedan şêniyên bajarê Tebqayê beşdariya lidarxistina Newrozê bûn.

Li Tebqayê agirê Newrozê hate dadan
Li Tebqayê agirê Newrozê hate dadan
Li Tebqayê agirê Newrozê hate dadan
Li Tebqayê agirê Newrozê hate dadan
Li Tebqayê agirê Newrozê hate dadan
20 adar, 2021   15:57
TEBQA

Şahiya pîrozkirina Newrozê li bajarê Werzîşê yê Tebqayê hate lidarxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Sivîl, Meclisên Leşkerî, partiyên siyasî, Meclisên Sivîl, Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan ên ji bajêr tev li şahiyê bûn.

pêşkêşvanên şahiyê Bêrîvan Dodex û Amir Înad bixrêhatine beşdaran kirin û dûvre deqeyeke rêzg hate girtin, di heman demê de her du pêşkêşvanan bang li Meclisa Malbatên Şehîdan kir ku meşaleya agirê Newrozê ku nîşaneya azadî û aştiyê ye pêxin.

Piştre li ser navê Rêveberiya Sivîl a Tebqayê, Meclisa Malbatên Şehîdan, QSD`ê, Partiya Sûriya Pêşerojê û Jinên Ciwan axaftin hatin kirin.

Axêveran Newroz li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wê wekî cejna aştî û azadiyê bi nav kir.

Paşê gelek paragrafên folklora erebî, kurdî û çeçenî ji aliyê herêmên cuda yên Tebqa, Reqa û Cizîrê ve hatin pêşkêşkirin. Ji wan koma Dira El-Firat û El-Çerkesiyê, koma Avêsta Xabûr, Koma Govendên Gelerî û Hûnermendên Melek El-Yetîm Mena Ellah Etaa Ellah û hûnermed Selman.

Li Tebqayê cara yekemîn ku Newroz tê lidarxistin.

(eh)

ANAH