‘Newroza 2021`an bi ruhê serkeftina Garê tê pîrozkirin’

Di axaftinên Newroza 2021`an a li navçeya Dirbêsiyê de, Newroz li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û hate teqezkirin ku Newroza îsal bi ruhê serkeftina gerîla li Garê tê pîrozkirin.

‘Newroza 2021`an bi ruhê serkeftina Garê tê pîrozkirin’
21 adar, 2021   14:35
HESEKÊ

Newroza li navçeya Dirbêsiyê hîna didome. Di axaftinan de, Newroza 2021`an li gelê Kurd û tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cîhad Omer teqez kir ku ew ê tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Omer wiha domand: "Em bi serkeftina berxwedana dîrokî ya gerîlayan li Garê nîşan dane, Newroza îsal pîroz dikin."

Ji aliyekî din ve, hevserokê Meclisa Kantona Hesekê Semer Abdullah got: "Em bi saya şehîdên xwe, Newroza îsal pîroz dikin."

Semer diyar kir ku ew di parastina herêmên ku bi xwîna şehîdan hatine rizgarkirin de, bi israr in û destnîşan kir ku gelê herêmê di qonaxeke girîng û dîrokî re derbas dibin û ji wan tê xwestin ku hevgirtî bin û li hemberî dijminan bibin yek.

Her wiha destnîşan kir ku divê Newroza 2021'an bibe sala azadiya hemû girtiyan û azadiya rêber Abdullah Ocalan.

Piştre Cemal Hemo bi navê PYNK`ê axivî.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/iTL2_rx51jQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>