​​​​​​​Gerîlayên azadiyê li Zapê bi coşa serkeftinê Newroz pîroz kir

Gerîlayên azadiyê bi coşeke mezin a serkeftinê li çiyayên Zapê agir vêxistin û Newroz pîroz kirin

​​​​​​​Gerîlayên azadiyê li Zapê bi coşa serkeftinê Newroz pîroz kir
21 adar, 2021   14:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan gerîla li herêma Zapê ji bo pîrozkirina Newrozê li hev kom bûn. Pîrozbahiyê bi merasîma leşkerî dest pê kir.

Fermandarê Herêma Zapê Alan Malazgîrt diyar kir ku di sala nû de wan azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilindkirina têkoşînê daniye pêşiya xwe.

Malazgîrt got, "Ji bo sala 2021'ê têkoşînê bilind bikin, weke hêên HPG'ê ji bo bersivê bidin êrişên dijmin ên li ser gelê me, ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêber Apo divê em hîn bêhtir têbikoşin."

Malazgîrt anî ziman ku wê bi geşkirina berxwedana li dijî tecrîdê sala nû bi rê ve bibin û Newroz li Abdullah Ocalan, gelê Kurd û dostan hemûyan pîroz kir.