Peyama Newroza Wanê: Rêya çareseriyê Îmralî ye

Bi sed hezaran kes li Wanê tev li pîrozbahiyên Newrozê bûn. Parlamenterê HDP'ê Sezaî Temellî di pîrozbahiyê de got "Li muxatabekî cuda negerin; rêya çareseriyê Îmralî ye."

Peyama Newroza Wanê: Rêya çareseriyê Îmralî ye
21 adar, 2021   12:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Newroza li Wanê li biniya Keleha Wanê bi beşdariya bi sed hezaran kesî bi coşeke mezin dewam dike. Girseya gel bend û astengî ji pêşiya xwe rakir û tev li pîrozbahiyê bû. Qelebalixî kêlî bi kêlî zêde dibe. Li qadê dirûşma "Bijî Serok Apo" tê qîrîn.

Piştî axaftina destpêkê ya endamên Komîteya Amadekar hunermend Azad Bedran derkete ser dikê. Piştre jî agirê Newrozê hate dadan. Jin û ciwanan demeke dirêj xwe ji ser agirê Newrozê avêtin.

Seroka Komeleya Jinê ya Star Serap Guvenç li qadê axivî û nerazîbûn nîşanî vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê da. Serap Guvenç got, "Li dijî vê sîstema bi serweriya mêr ku hezar sal e li ser tunebûna jinan tê avakirin, çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Di demeke wiha de ku êriş li ser jiyan, ked û nasnameya me zêde bûne, em têkoşîna xwe dewam dikin."

Pîrozbahî bi xwendina peyamên ji girtîgehan dewam kir.

Serokê Giştî yê Partiya Mirov û Azadiyê Mehmet Kamaç axivî, Newroz pîroz kir û got: "Ev gel serî li ber zext û zordariyê natewîne. Heta ku li Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin kes rehet nake. Ey Qesr, dem dema aştiyê ye. Ji bo aştiyeke mezin werin em li hev rûnên."

Piştre Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Sezaî Temellî axivî û bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan ku 115 roj in dewam dike û got: “Îro li girtîgehan girtiyên siyasî hene. Demîrtaş, Kişanak hene. Di şexsê wan de Newrozê li girtiyên siyasî hemûyan pîroz dikim."

‘MUXATAB BIRÊZ OCALAN E'

Temellî destnîşan kir ku eger 'pêvajoya aştiyê' bi ser hatibûya xistin ne şer ne jî zilma dîktatoriyê wê hebûya û got: "Rêya çareseriya demokratîk a meseleay Kurd, rêya aştiyê, rêya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn ji Îmrlaiyê derbas dibe. Em bi vê zanin. Dewlet jî bi vê zane. Gelên Tirkiyeyê û cîhanê bi vê zane. Her kes zane ku heta ev mesele çareser nebe, ti mesele çareser nabe. Ev mesele jî bi rûniştina li dora maseyê çareser dibe. Li senaryoyekle cda negerin, muxatabê vî karî Birêz Ocalan e."

Pîrozbahî bi stranên hunermend Xecê dewam dike.