Newroza Tirbespiyê: Rêya azadiyê dê bi meşaleya Newrozê ronî bimîne

Axêveran di şahiya Newroza Tirbespiyê de destnîşan kir ku dê rêya azadiyê bi meşaleyên Newrozê ronî bimîne û piştrast kir ku Rêveberiya Xweser misogeriya mafên tevahî pêkhateyên li Sûriyê ye.

Newroza Tirbespiyê: Rêya azadiyê dê bi meşaleya Newrozê ronî bimîne
21 adar, 2021   14:56
QAMIŞLO

Newroza navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi pêşandanên hunerî ji hêla komên Navenda Hêzil a Çand û Hunerê ya navçeyê ve berdewam dike.

Şahiya Newrozê vê sibehê li Bendava Mizgeftê ya bakurê rojhilatê navçeyê dest pê kir û agirê Newrozê bi destê dayikên şehîdan hate dadan.

Di şahiyê de, Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê sûriyê Bedran Çiya Kurd axivî û Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Çiya Kurd wiha got: "Cudahiya Newroza îsal ew e ku tevahî pêkhate beşdar bûne û ev jî nîşane ye ku civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî terorê yek e, destpotî û zulmê ji vir û pê ve qebûl nakin."

Bi nave Partiyçn Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) sekreterê Partiya Roj a Demokratê Kovan Keno da zanîn ku projeya Rêveberiya Xweser dişibe boneya Newrozê, têkbirina zulm, destpotî û jiyana birûmet û azad û rizgarkirina tevahî herêman ji terorê.

Keno diyar kir ku garantiya mafên tevagî gelên ji Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Tirkmen, Çeçen, Ermen, misilman, xiristiyan, êzidî û yehûdî di projeya Rêveberiya Xweser de ye û piştrast kir ku pêwîst e diyaloga kurdî bi ser keve û ked ji bo rizgarkirina herêmên ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, were dayîn.

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî ku destpêkirina cejna Newrozê li gel kurdan û Ekîto li gel Suryan û Asûran nîşaneya vejîna azadiyê ji gelan re ye û serkeftina li dijî terorê ye, ew yek jî bi saya bi hezaran şehîd û berxwedana gewre ya QSD’ê ye.

Nezîra Gewriyê bang li tevahî azadîxwazên li cîhanê kir ku piştgiriya Rêveberiya Xweser bikin û piştrast kir ku ew di projeya xwe de heta avakirina Sûriyeke demokrat a pirrengî ji tevahî sûriyan re berdewam in.

Di şahiyê de koma Şehîd Fedekar a Navenda Hêzil a Çand û Hunerê stran û şano pêşkêş kirin û koma Koçerat stranên folklorî û koma Şehîd Xebat jî stran pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên hunermend Ridwan Keno û gerandina dîlanan ji hêla şêniyan ve berdewam e.

(fr)

ANHA