Li Dêrazorê DAIŞ'ê êrişî komên alîgirên Îranê kir

Çeteyên DAIŞ`ê êrişî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li gundewarên rojhilatê Dêrazorê kir, di encamê de 2 endamên wan koman hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê DAIŞ'ê êrişî komên alîgirên Îranê kir
21 adar, 2021   14:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê vê sibehê êrişî nuqteyên komên alîgirên Îranê yên li herêma Exder Mey a li çolistana rojhilatê Meyadîn ya rojhilatê Dêrazorê kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama êrişê de 2 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin û 7 birîndar bûn.

(dm)