Salih Ebdo: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo destnîşan kir ku rizgarkirina herêmên dagirkirî ji armancên wan yên sereke ye û Rêveberiya Xweser hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna vê armancê bi kar tîne.

Salih Ebdo: Rizgarkirina herêmên dagirkirî armanca me ya sereke ye
21 adar, 2021   13:22
HESEKÊ

Pîrozbahiya Newrozê li Hesekê bi dirûşma "Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" li bendava Xerbî ya li bakurê bajêr didome.

Piştî axaftina seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Îlham Ehmed, bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo axivî.

Ebdo di destpêka axaftina xwe de diyar kur ku gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê û tevahî deveran di 21'ê Adarê de cejna Newrozê pîroz dike, ne tenê ji ber ku cejnek neteweyî ye lê belê ji ber ku roja berxwedan û şerê li dijî zor û zilmê ye.

Ebdo diyar kir ku pîrozbahiya Newrozê îsal di şert û mercên taybet de tê lidarxistin û wiha dewam kir: “Her wiha gelê Rojava û gelên Bakur û Rojhilata Sûriyê yên Suryan, Ermen, Asûr, Çerkes û Kurd destkeftiyên girîng û serkeftinên mezin li dijî komên terorîst û bi taybet DAIŞ'ê û Cebhet El-Nusra bi dest xistin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyê bi vîneke hevbeş ava kirin.”

Ebdo teqez kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD'ê bûne nimûneya Sûriya pêşerojê û ji bo parastnia ewlehî, istîqrar, perwerde, tenduristî, têkiliyên dîplomatik, aboriyê û hwd hewldanên mezin dikin û modeleke pêşketî di aliyên siyasî, aborî, civakî û demokratîk de ji hemû gelê Sûriyê re bi pêş dixin.

‘RÊVEBERIYA XWESER BÛYE HÊZEKE SEREKE’

Ebdo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser bûye hêzeke sereke û girîng û bêyî wê çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan e.

Ebdo got: “Normal e ku ev destkeftî û serkeftinên mezin li xweşiya hêzên dijber û hin welatan neyên û di serî de dewleta Tirk, Îran û rejîma Sûriyê. Ji lew re em dibînin ku ew bi hemû rengan şerê vê tecurbeya demokratîk dikin.”

Ebdo bal kişand ser sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û dijminahiya wan a domdar li dijî Rêveberiya Xweser, dagirkirina Efrîn, Ezaz, Bab, Serêkaniyê û Girê Spî bi rêya peymanên derexlaqî bi Rûsyayê û serokê Amerîkayê Donald Trump re û wiha lê zêde kir: “Hîna jî gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Bi gelek aliyan re hevkariyê dike da ku nûnertiya Rêveberiya Xweser di Cinêvê de qedexe bike û gelek astengiyan ji çareseriya aloziya Sûriyê çêdike ji bo ku armancên xwe di tevahî Bakurê Sûriyê li gorî zîhniyeta desthilata Osmaniyan pêk bîne.”

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo anî ziman ku “dewleta Tirk êrişî herêmên Başûrê Kurdistanê dike û di bin navê şerê li dijî PKK`ê de gelek dever dagir kirine. Di ratiyê de wan herêmên dagir dike ji ber ku wan herêman tevî Mûsil, Kerkûk û Şengalê perçeyek ji milkên Osmaniyan dibîne û li dijî gelê kurd li hemû deveran şer dike.”

Ebdo wiha axaftina xwe domand: “Îran û rejîma Sûriyê bi rêya belavkirina fitneyê û sazkirina komployên cuda, metirsiyê li ser Rêveberiya Xweser çêdikin. Gelek caran dewleta Tirk beşdarî wan komployan dibe.”

RIZGARKIRINA HERÊMÊN DAGIRKIRÎ

Her wiha destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser îro rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî  wek armanceke xwe ya sereke dibîne û hemû derfetên xwe ji bo pêkanîna vê armancê bi kar tîne.

Ebdo her wiha piştrast kir ku Rêveberiya Xweser ji bo pêkanîna tecrubeya demokratîk di warên parastina ewlehiyê, pêşxisitna perwerde, tenduristî, aborî û dîplomasiyê, başkirina rewşa xizmetguzarî, pêkanîna yekrêziya kurdî û yekitiya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û têkoşîna li dijî gendeliyê, kar dike.

Di dawiyê de Mihemed Salih Ebdo got: "Em wek Rêveberiya Xweser deyndarê hemû destkeftiyên ku di şerên rûmetê de bi saya xwîna şehîdan hatine bidestxistin in. Em bejna xwe li hemberî giyanê şehîdan ditewînin, em hemû şervanên li eniyên şer silav dikin.”

(dm, dx)

ANHA