Tevî êrişan, şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir

Tevî ku ji duh ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî  navçeya Eyn Îsayê dikin, lê belê şêniyên navçeya Eyn Îsayê û koçberên kantona Girê Spî îro Newroz pîroz kir.

Tevî êrişan, şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir
Tevî êrişan, şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir
Tevî êrişan, şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir
Tevî êrişan, şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir
20 adar, 2021   15:05
EYN ÎSA

Komîteya Çandê ya Meclisa Kantona Girê Spî şahiya Newrozê li baxçeyê giştî yê naverasta navçeyê li dar xist.

Şahî bi gotina Hevseroka Meclisa Kantonê Leyla Mişo dest pê kir. Leyla Mijşo bi xêrhatina beşdaran kir û Newroz li tevahiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Berdevkê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Girê Spî Bozan Berkel spasiya QSD`ê li ser têkbirina çi hewldana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên dagirkirina herêmên Sûriyê kir.

Piştre dayikan meşaleyên Newrozê pêxistin û gelek çalakiyên hûnerî  ji stran û govendên folklorîk, ji aliyên koma Gulava ya girêdayî Komîteya Çand û Hunerê ya Kobanê, koma Zarokên Girê Spî û koma Dayikên Têkoşer ên kantona Girê Spî hatin pêşkêşkirin.

Navçeya Eyn Îsayê û gundewarên wê ji duh ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve bi çekên giran tê topbarankirin û di encamê de zarokek ji gundê Hidriyat ê girêdayî navçeyaê şehîd bû û 4 sivîl jî birîndar bûn.

QSD`ê tevahî hewldanên derbasbûna dewleta Tirk a dagirkir û çeteyên wê têk birin û di encamê de gelek kuştî û birîndarên dagirkerî û çeteyan çêbûn.

(eh)

ANHA