Partiya Yekitiya Suryan bi peyamekê Newroz pîroz kir

Partiya Yekitiya Suryan bi peyamekê Newroz li gelê Kurd û gelên din pîroz kir û hêvî kir ku hemû herêmên dagirkî bên rizgarkirin.

Partiya Yekitiya Suryan bi peyamekê Newroz pîroz kir
20 adar, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiyê îro peyamek weşand û tê de Newroz li malbatên şehîdan û hêzên leşkerî yên Rêveberiya Xweser pîroz kir ku bi saya wan herêm û gel hat parastin û projeya hevbeş a pêkhateyên herêmê hat mayîndekirin.

Peyama Partiya Yekitiya Suryan wiha ye:

“Em vê cejnê li gelê Kurd û gelên din pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn xêr û aştiyê ji Sûriyê re bîne, êş û azarên gelê Sûriyê bi dawî bike. Her wiha em hêvî dikin ku îsal bibe sala yekitiya aliyên Sûriyê da ku li gorî hêvî û armancên gelê Sûriyê bigihêjin çareseriyeke siyasî û adil.

Em vê boneyê li tevahiya kesên ku rolek di projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de lîst û hîna dilîzin, pîroz dikin. Ev proje ji bo pêkanîna demokratîk li Sûriyê bûye hêviyek.

Her wiha em vê boneyê li hemû malbatên şehîdan pîroz dikin ku di oxira azadiyê, jiyana aştiyane ya dûrî teror û zordestiyê de, zarokên xwe feda kirine.

Em Newrozê li tevahiya hêzên leşkerî û hêzên ewlekariyê yên Rêveberiya Xweser pîroz dikin ku bi saya wan ax û gel hat parastin, projeya jiyana hevbeş a pêkhateyên herêmê yên Ereb, Suryan, Asûr, Kurd û pêkhatyên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat û bû hêviya rizgarkirina tevahiya herêmên ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin.

Em pêşerojeke xweş ji bo gelê Sûriyê dixwazin. Da ku bibin çavkaniya çand, şaristanî û zanistê. Salên şer derbas bikin, yekitiyê û jiyana hevbeş di nava Sûriyeke azad, demokratîk û nenavendî de, pêk bînin.”

(şx)

ANHA