Fermandarekî Girê Spî: Hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk dastanên lehengiyê dinivîsin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Kantona Girê Spî Riyad Xelef diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker di van her du rojên derbasbûyî de gelek dijwar bûn û da zanîn ku hêzên wan jî li dijî êrişên dagirkeran berxwedaneke dîrokî nîşan da.

Fermandarekî Girê Spî: Hêzên me li dijî dagirkeriya Tirk dastanên lehengiyê dinivîsin
21 adar, 2021   13:12
EYN ÎSA

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundê Seyda û Mielek axivî.

Xelef destnîşan kir ku hêzên wan li her du gundan di çarçoveya parastina rewa de gelek çeteyên dagirkeriya Tirk kuştin û gelek erebeyên leşkerî yên dewleta Tirk rûxandin.

Xelef diyar kir piştî 4 mehan ji êrişên domdar ên dagirkeriya Tirk duh bi balafirên şer baregehên li her du gundên Seyda û Mielek bombebaran kirin.

Riyad Xelef wiha berdewam kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gelek ziyan dîtin, ji ber wê yekê neçar ma ku balafirên şer bi kar bîne û başûrê navçeya Eyn Îsa navbera her du gundan bombebaran bike, da ku cenazeyên kuştiyên xwe ji wan gundan vekişînin.”

Gundên Mişêrfê, Seyda, Mielek û aliyên bakur ên navçeya Eyn Îsa û rêya M4 ji aliyê baregehên dewleta Tirk a dagirker ji herêmên dagirkirî ve tên topbarankirin, di heman demê de çeteyên dewleta dagirker hewl  didin gundê Seyda yê li bakurê navçeya Eyn Îsa ye dagir bikin.

Riyad Xelef di dawiya axaftina xwe wiha got: "Heta niha di nexşeya dagirkirinê de tu guhartin tune ne û hêzên me ji bo parastina axa me û gelê me li dijî dagirkeriya Tirk, li eniyên şer, destanên lehengiyê dinivîsin."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/dG1c5wqR8io" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>