P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir

Partiya Demokrat Kurd li Sûriyê (P.K.K.S) bi beşdariya şêniyên bajêr û nûnerên Rêveberiya Xweser Newroz şahiya Newrozê li bajarê Kobanê li dar xist.

P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir
P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir
P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir
P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir
P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir
P.D.K.S`ê li Kobanê Newroz pîroz kir
19 adar, 2021   22:10
KOBANÊ

Bi dehan şêniyên Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, partiyên siyasî, endamên P. D.K.S`ê Newroz li hola Newrozê pîroz kir.

Di şahiyê de bi navê Tevgera Jinan Gulîstan Atê, bi navê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Hevserokê Meclisa Rêveber Mihemed Şahîn û endamê Meclisa Giştî ya P. D. K.S`ê Gêlo Îsa axivîn.

Gulîstan Atê got: "Wekî tevgera jinan di qadên leşkerî, civakî û îdarî de me isbata xwe kirine û îro em dibînin ku di pêvajoya şerê Sûriyê de barê herî giran ê jinan e û di dawiya vê aloziyê de dê êşa dayikan bi dawî bibe, lê tişta ku em dibîn ew e ku hikumeta Şamê naxwaze alozî, azara gel û dayikan bi dawî bibe. "

Mihemed Şahîn jî Newroz li tevahiya gelê Kurd û gelê Rojhilata Navîn pîroz kir û da zanîn ku wekî gelê Kurd di pêvajoya sedsalan de gelê Rojhilata Navîn di efsaneya Kawayê Hesinkdar de rizgar kirin, îro careke din gelê Kurd heman alê bilind dike û bi rêya projeya neteweya demokratîk gel ber bi aram, azadî û demokratiyê ve dibe.

Endamê Meclisa Giştî ya P.D.K.S`ê yê ya kantona Kobanê Gêlo Îsa jî axivî û diyar kir ku Newroz şahideke dîrokî ya vejandina zêdetirî 75 nifşên ji gelê Kurd e, tevî ku van nifşan tevde tê dikoşiya û li ber xwe dida, lê belê êrişkarên êrişî Kurdistanê dikirin hêviyên gelê Kurd dişikenandin. Gêlo Îsa got, meşeleya Newrozê di her sale de asta berxwedanê û têkoşîna neteweyî ya Kurdan bilind dikir.

Gêlo Îsa di dawiyê de got: "Efrîn bajarekî bi ewle bû, lê hin komikên siyasî yên bi ser Kurdan ve û bi hevkariya artêşa Tirk a dagirker gelê Kurd koçber kirin û li malên wan çete bi cih kirin, destkeftiyên gelên wan radestî dijminê Kurdan kirin, ji lew re xeta Şoreşa Rojava destpêkeke nû bû, teqez ew ê buhara şoreşan ji nû ve dest pêk bike. Gelê Kurd ên ku hemû pêkhate hembêz kir, bi hev re jiya û parastina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, îro bi hemû pêkhateyên ve şoreşa azadiyê re dijî."

Piştî axaftinan Koma Xunav a foklorîk stran gotin û şanoyek têkildarî Şoreşa 19`ê Tîrmehê hate pêşandan.

 Şahî bi gerandina xelekên dîlanan li ber stranên neteweyê yên kurdî bi dawî bû.

(eh)

ANHA