Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis got: "Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dewleta Tirk a dagirker têk bibin."

Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
Telet Yûnis: Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dagirkeriya Tirk têk bibin
21 adar, 2021   15:57
QAMIŞLO

Piştî axaftina Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokrat (PYD) Aldar Xelîl, çalakiyên Newroza Qamişlo bi axaftin û stranên hunermend Xêro Ebas berdewam kirin.

/ar/uploads/files/2021/03/21/141627_tlat-ywns.webp

Her wiha Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telet Yûnis axivî û Newroza 2021’an li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Yûnis wiha got: "Bi berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê em ê dewleta Tirk a dagirker têk bibin û em ê têkoşînê heta rizgarkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bilind bikin." Yûnis anî ziman ku Rêveberiya Xweser bi saya kedên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate avakirin.

Yûnis bal kişand ser hewldanên ji bo yekitiya kurdî û got dê bi piştgiriya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk were û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parçeyekî ji Sûriyê qut nabe.

'EV CEJN, CEJNA SURYAN, KURD, EREB Û ERMEN E’

/ar/uploads/files/2021/03/21/141652_hna-swmy.webp

Girêdayî mijarê, Endamê Komeleya Çanda Suryanî li Sûriyê Hena Somî axivî û Newroz li gelê Kurd pîroz kir û wiha got: "Ev cejn, cejna Suryan, Kurd, Ereb û Ermen e. Me bi hev re çek hilda û xak rizgar kir."

Somî wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji bilî Erdogan tu dijminên me tune ne. Me efsaneya Erdogan û xewna wî ya impratoriyê têk bir û di şerê li dijî me de têk çû."

Hena Somî diyar kir ku ji salekê ve şer li Eyn Îsayê heye û nikare bihostekê jî tevî hemû çekên teknolojî, bi pêş bikeve.

Hena Somî wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji rengekî re na, ji rengê reş ê DAIŞ’iyan re na û di destûra Sûriyê ya nû de ji desthilatiyê re na."

/ar/uploads/files/2021/03/21/141754_shah-khlyl_1.webp

Bi navê Kongreya Star jî endama rêveber Şaha Xelîl wiha got: "Newroza îsal, bi serkeftina HPG’ê li herêma Garê coşeke mezin da û ev jî israr û têkoşîna me zêde dike."

Li aliyekî din jî Ferhad Têlo peyama PYNK’ê xwend. Di peyamê de hate gotin ku divê têkoşîn were bilindkirin, da ku projeya neteweya demokratîk a ku êdî bûye rêya rizgariya tevahî gelê Sûriyê berdewam bibe.

Piştî axaftin û nameyan, KOMA DIRA El-Firat a ji herêma Tebqayê hin stran û dîlanên folklorî pêşkêş kirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1P4c0l7SVMY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>