Foza Yûsif: Em ê Newroza 2021`an bikin Newroza gelan, jinan û Rêveberiya Xweser

Foza Yûsif got bi îrade û israrê em ê Newroza 2021`an bikin Newroza gelan, Rêveberiya Xweser û jinan û banga yekitiyê li hemû partiyên kurdistanî kir.

Foza Yûsif: Em ê Newroza 2021`an bikin Newroza gelan, jinan û Rêveberiya Xweser
21 adar, 2021   12:40
QAMIŞLO

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê Foza Yûsif di axaftina xwe ya di pîrozbahiyê Dêrikê de, Newroz li gelê çar parçeyên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û gelên azadîxwaz pîroz kir.

Foza Yûsif got: “Bi serbilindî em vê rojê li Rojavayê Kurdistanê pîroz dikin. Newroza 2021`an Newroza gelên bindest e.”

Foza got li ser vê xakê û di bin saya Rêveberiya Xweser de li dijî faşîzm û dagirkeriyê li ber xwe didin.  Foza bal kişand ser serhildana hêzên gerîla li çiyayên Kurdistanê, serhildana YPG/YPJ`ê li eniyên şer û serhildana girtiyan li zîndanên faşîstan û gelê ku ji bo azadiyê tê dikoşe.

‘DÊ NEKARIN ÎRADEYA ME BIŞIKÎNIN’

Foza Yûsif diyar kir ku gelê Kurd û gelên Mezopotamyayê careke din li ser vê xakê li diîj faşîzm û dagirkeriyê serî hilda û wiha dewam kir: “Em ji dijmin re dibêjin, bi binçavkirina siyasetmedaran û înkarkirina gelê Kurd û bi dawîkirina dan û standinan, tuyî nikaribe îradeya me bişikîne. Divê hikumeta Şamê îradeya vî gelî nas bike, mafên gelê Kurd û gelên herêmê bipejirîne û di destûra Sûriyê de misoger bike. Divê ev gelê berxwedêr xwedî di Sûriya pêşerojê de xwedî biryar û nêrîn be.”

Foza Yûsif her wiha daxuyand ku siyaseta nîjadperestî û paşverûtiyê Sûriyê ber bi aloziyeke nû ve dibe. Her wiha bal kişand ser girîngiya avakirina Sûriya pêşerojê ya azad, demokratîk û li ser esasê demokrasi û Rêveberiya Xweser.

YEKITIYA NETEWEYÎ

Foza Yûsif da zanîn ku îroj roja yekitiya neteweyî ye û wiha dewam kir: “Divê rêxistinên kurdî li hemû parçeyên Kurdistanê daxwazên gelê Kurd ên yekkirina refa kurdî pêk bînin, bi pey lîstok û komployên dijminan nekevin. Divê em bibin yek û xwe wekî hêzekê li ser dijminên xwe ferz bikin.”

Endama Desteya Hevserokatiya PYD`ê got: “Hevkariya bi dijmin û dagirkeran re gef û xetereyeke mezin e li ser yekitiya neteweyî û got. Ji lew re divê her kes li hemberî gel berpirsriyar be û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk bîne.”

Foza Yûsif teqez kir ku bi îrade û israrê ew ê Newroza 2021`an bikin Newroza gelan, Rêvebreiya Xweser û jinan û ev tişt gotin: “Gelê Kurd mizgîniyê dide gelên Rojhilata Navîn, ku em ê li ser vê xakê jiyaneke azad û bi rûmet bidomînin. Ev biryara me ye heta dawiyê.”

Foza Yûsif di dawiya axaftina xwe de got: “Newroz, Newroza rêber Abdullah Ocalan û girtiyên di greva birçîbûnê de ye.”

Her wiha Newroz li şervanên QSD, YPG/YPJ`ê û li çar parçeyên Kurdistanê pîroz kir.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/5TamLJExo5c" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>