Li Qendîlê bi hezaran kes bi coşa serkeftinê Newrozê pîroz dikin

Bi hezaran şêniyên Başûrê Kurdistanê berê xwe dan Qendîlê û Newroz pîroz kirin

Li Qendîlê bi hezaran kes bi coşa serkeftinê Newrozê pîroz dikin
21 adar, 2021   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji her aliyê başûrê Kurdistanê ve bi hezaran kesan berê xwe dane Qendîlê û Newroz pîroz kirin.

Ruxmî êrîşên dewleta Tirk a dagirker jî bi qasî 10 hezar kesî îsal ji bo pîrozkirina Newrozê berê xwe dan Qendîlê.

Newroz bi xwendina sirûda neteweyî ya Kurdan Ey Reqîb dest pê kir, piştre dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin.

Piştre sînevisyonek ji axaftina rêber Abdullah Ocalan a têkildarî Newrozê hate nîşandan.

Di çarçoveya bernameyê de hunermend Nasir Rezazî, Çopî Fetah, Diyar Dêrsim, Bextiyar Salih, Şîlan Osman û Koma Şehîd Serhed û Destîna Qendîla derbasî ser dikê dibin û coşê didin Newrozê, Newroz dê heya êvarê bidome.

Li qada Newrozê dirûşmên, ''Bijî Serok Apo'', Newroz azadî ye'',''Bijî berxwedana Îmraliyê'', ''Bijî berxwedana Garê berz dibin."