Bi hezaran şêniyên Minbicê Newroza 2021`an pîroz dikin

Bi hezeran şênî û pêkhateyên bajarê Minbicê û gundewarên wê Newrozê bi dirûşma “Em ê bi rihê berxwedana Newrozê dagirkeriyê têk bibin" pîroz dikin.

Bi hezaran şêniyên Minbicê Newroza 2021`an pîroz dikin
Bi hezaran şêniyên Minbicê Newroza 2021`an pîroz dikin
Bi hezaran şêniyên Minbicê Newroza 2021`an pîroz dikin
Bi hezaran şêniyên Minbicê Newroza 2021`an pîroz dikin
Bi hezaran şêniyên Minbicê Newroza 2021`an pîroz dikin
20 adar, 2021   12:22
MINBIC

Bi hezeran şêniyên bajarê Minbicê û gundewarên wê berê xwe da gundê Toq Xelîl ê başûrê Minbicê da ku Newrozê pîroz bikin. Bi hezeran pêkheteyên Ereb, Kurd, Tirkmen û Çerkez bi cilên xwe yên folklorîk tev li şahiyê bûn.

Di şahiyê de cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Şehrîban Çawîş wiha axivî: "Em hemû pêkhateyên Minbicê bi rengên xwe li hev kom bûne û em agirê Newrozê pêdixin da ku rêya têkoşîn û berxwedanê dewam bikin."

Şehrîban Şawîş wiha domand: "Em ê bi hemû hêza xwe bixebitind a ku xebatên xwe pê bixin da ku welatê me bibe ji xweşiktirîn welatên cîhanê be ku firk û projeye neteweya demokratîk û Rêveberiya Xweser wê dixemilîne. Evê bi yekitî û hevgirtina me weke pêkhateyan dest bi dest pêk were da ku dagirkeriya Tirk ji herêmê xwe derxin û xaka xwe ya dagirkirî vegerînin."

Her wiha bi navê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevserokê Desteya Kar  û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî wiha got: "Me dixwest ku kêfxweşiya me temam be lê mixabin di demekê de dewleta Tirk Efrîn dagir kiriye, em Newrozê pêşwazî dikin. Bi rihê berxwedan û rihê Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin."

Paşê endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Cahid Hesen diyar kir ku Newroz ji zêdetirî 2 hezar û 630 rojî ve sembola azadî, berxwedan û wekheviyê ye, îro jî projeya Rêveberiya Xweser û neteweya demokratîk li ser felsefeya Newrozê hatiye avakirin, felsefeya ku nûnertiya îradeya azad û beşdarbûna civakê dike.

Şahiya Newroza 2021`an li Minbicê didome.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Yzrp8lj0w4o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>