Şêniyên Kobanê: Bêdengiya Rûsyayê û hêzên navneteweyî erêkirina êrişên li ser Eyn Îsayê ye

Şêniyên Kobanê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî sûcên dagirkeran şermezar kirin. Şêniyan piştrast kir ku “Rûsya erkên xwe bi cih nayne. Heke dê alîkariya dewleta Tirk bike ji bo ku me bikuje û bide koçbekirin, bila ji herêmên me derkeve.”

Şêniyên Kobanê: Bêdengiya Rûsyayê û hêzên navneteweyî erêkirina êrişên li ser Eyn Îsayê ye
20 adar, 2021   12:22
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Ji duh êvarê ve êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser navçeya Eyn Îsayê berdewam in. Di encama topbarankirina jîngehan de zarokek şehîd ket û 5 sivîl birîndar bûn.

Çavdêrên herêmê destnîşan dikin ku dewleta Tirk bi van êrişan hewl dide qada dagirkirinê fireh bike û bigihêje rêya M4 da ku rêya di navbera Eyn Îsa, Kobanê û Minbicê de qut bike.

Nerazîbûn û bertekên gelê herêmê li hemberî wan êrişan û bêdengiya Rûsyayê zêde dibin ku hêzeke garantora agirbesta li herêmê ye ku di 22`yê Cotmeha 2019`an de hatiye îmzekirin.

Şêniyê bi navê Silêman Ehmed êrişên dewleta Tirk ên li dijî Eyn Îsayê û bêdengiya navneteweyî li hemberî wan êrişan, şermezar kirin û got: “Dewleta Tirk êrişên xwe li dijî Kurdan û dostên wan li her derê didomîne. Armanc jî qirkirina Kurdan e. Dewleta Tirk bi hemû rê û rêbazan şerê herêmê dike, êrişan pêk tîne, heta ava çemê Firatê li ser gel dibire. Ev hemû jî li gel bêdengiya navneteweyî, nexasim Amerîkayê, pêk tê.”

‘CIVAKA NAVNETEWEYÎ BI BÊDENGIYA XWE DIBE HEVKARA ERDOGAN’

Şêniyê bi navê Seîd Ehmed ev yek diyar kir: “Dewletên ku li hemberî hovîtiya dewleta Tirk bê deng in, hevkariya Erdogan û dewleta Tirk dikin ku komkujî û sûcan li dijî gelên herêmê pêk bîne.”

Seîd Ehmed behsa helwesta Rûsyayê kir û wiha domand: “Eger Rûsya êrişên xwe li dijî herêmê ranewestandin, hebûna wê mîna nebûna wê ye. Heke rewş wisa berdewam bike, em jê dixwazin ku ji herêmên me derkeve.”

Seîd Ehmed pirsî: “Gelo guneha şehîdan, sivîlan û leşkerên parêzvanên axa xwe çi ye? Wan êrişî tu kesî nekiriye, lê belê herêmên xwe ji dagirkirin û sûcan diparêzin.”

`BILA RÛSYA DERKEVE`

Şêniyê bi navê Reşîd Bozan jî wiha axivî: “Dewleta Tirk bi rêya êrişên xwe li gel bêdengiya Rûsyayê, şêniyan ditirsîne, ji warên wan ên ewle dide koçberkirin. Heke Rûsya erkên xwe li hemberî gelê herêmê neyne cih, bila jê derkeve.”

Bozan da xuyakirin ku dewleta Tirk armanc dike gelê Kurd û projeya wan a demokratîk qir bike ku pêkhateyên herêmê bi hev re di bin banê Rêveberiya Xweser de bi biratî dijîn.

Tê desntîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ji Mijdara 2020`an ve navçeya Îsayê topbaran dike. Di hewldanekê de ku bi pêş bikeve, herêmên din li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike, lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ber xwe didin û bersiva êrişan didin. Heta niha tevahiya hewldanên dewleta Tirk têk birin.

Li gel berdewamkirina hewldanên dewleta Tirk ji bo ku herêmên din li derdora Eyn Îsayê dagir bike, heta niha nexşeya hegemonyayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê mîna xwe maye, bêyî ku guhertinek çêbe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/wn9cBffOZSI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>