Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû

Şahiya Newrozê ya li Minbicê ya bi diruşma "Bi rihê berxwedanê em ê dagirkeriyê têk bibin"bi dawî bû.

Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû
Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû
Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû
Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû
Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû
Şahiya Newrozê ya li Minbicê bi dawî bû
20 adar, 2021   16:06
MINBIC

Şahiya Newrozê ya li bajarê Minbicê ya vê sibehê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl û leşkerî, partiyên siyasî û bi sedan şêniyan li gundê Toq Xelîl ê dikeve başûrê rojavayê bajêr dest pê kir.

Piştî axaftinan, komên hunerê daketin ser dikê berhemên xwe pêşkêş kirin. Koma Selam a stranên gelerî, Koma Til Hozan a stran û govendên folklorî, Koma Çerkes a Dîlan û Stranên Çerkezî, piştre Koma Nûr a hunera helebî berhemên xwe pêşkêş kirin.

Her wiha şanoyek li ser tundiya li dijî malbat û jinan, Koma Şehîd Hevrîn Xelef stranên şoreşgerî pêşkêş kirin.

Şahî bi stranên gelêrî ji aliyê hunermend Ubeyda El-Hacî, Hesen Misto, Mehmûd Hîlal, Mistefa Ebû Foz, Ayda Hindawî ve bi dawî bû.

ANHA