Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê êdî li Rojhilata Navîn bû modelek

Di pîrozbaniya Newroza li Girkê Legê de hate gotin: "Dewleta Tirk a dagirker dixwaze meşaleya Newrozê vemirîne, lê berxwedan wê meşaleyê pêxistî bihêle û dê bi rihê Garê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî werin rizgarkirin."

21 adar, 2021   14:53
QAMIŞLO

Vê sibehê şahiya Newrozê li gundê Helîq ê girêdayî navçeya Girkê Legê bi beşdariya bi hezaran ji şêniyên navçeyên Girkê Legê, Çilaxa û Til Koçerê bi diruşma"Bi rihê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin" dest pê kir.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, dayikên şehîdan meşaleya Newrozê pêxistin,  Cîgirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî axivî û Newroz li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Şinblî destnîşan kir ku ew meşaleya Newroza îsal bi rihê berxwedan û serkeftinê pêdixin û wiha got: "Di dîroka me de, pêxistina meşaleyê bidawîbûna zulm û koletiyê ye, ev meşale jî sembola berxwedana li hember zulm û înkarkirina gelan e. Em îsal agirê Newrozê bi rihê berxwedana Îmralî, berxwedanên Garê, Eyn Îsa, Bakur û Rojhilatê Sûriyê dadidin."

Şiblî da zanîn ku dagirkerên Kurdistanê xwestin agirê Newrozê vemirînin, lê bi berxwedanê agirê azadiyê hate dadan û wiha domand: "Em bi rêya fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan di têkoşîn û azadiyê de berdewam in. Divê em li dora fikirê rêber Ocalan bicivin, ji ber dijmin dixwaze vî agirê vemirîne."

Şiblî behsa berxwedanên Eyn Îsa û Garê yên li hember dewleta Tirk a dagirker kir û wiha pê de çû: "Bi rihê berxwedanê em ê Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin."

Li aliyekî din jî bi navê Rêveberiya Xweser Perwîn Yûsif axivî û wiha got: "Bi rihê jina berxwedêr em Newroza azadiyê li tevahî gelên cîhanê û rêber Abdullah Ocalan pîroz dikin. Newroza îsbata dîroka Kurd a tijî serkeftin û têkoşîn e."

Perwîn Yûsif wiha domand: "Berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku dagirkerî red kiriye, êdî li Rojhilata Navîn bû modelek."

Bi navê partiyên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fatme Ehmed axivî û piştrast kir ku pêwîst e diyaloga kurdî bi ser keve û bigihîne encamên baş ên ku gelên herêmê hêviyên wê dike. Her wiha soza xebatê ji bo garantiya berdewama projeya Rêveberiya Xweser a ku êdî bûye rêya rizgariya tevahî sûriyan, da.

Dûvre koma Şehîd Hêvî ya Şanoyê şano bi sernavên "Şehîd", "Bi duristî bijî" û korona" pêşkêş kirin.

Li aliyekî din jî komên "Alaniya, Serhed a Zarokan, Ciwanên Serhildan, Rojîn Ereb komek stranên şoreşgerî pêşkêş kirin, her wiha komên Diljîn Nêrgiz û Lorîn Erebe dîlan gerandin.

Hîna jî şahiya Newrozê bi pêşkêşkirina stran û dîlanan berdewam e.

(fr)

ANHA