David Braunstein: Em û QSD dixwazin çareseriyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê re bibînin

David Braunstein di Newroza Hesekê de îşaret bi rola QSD`ê kir û got “Em bi hev re kar dikin da ku em çareseriya rasteqîn ji aloziya Sûriyê re bibînin.”

David Braunstein: Em û QSD dixwazin çareseriyeke rasteqîn ji aloziya Sûriyê re bibînin
21 adar, 2021   12:20
HESEKÊ

Pîrozbahiya Newrozê li Hesekê bi beşdariya bi hezaran şêniyên bajêr, nûnerên Rêveberiya Xweser û rûspiyên eşîrên Ereb û Kurdan, dewam dike.

Şandeyeke Koalîsyona Navneteweyî bi serokatiya nûnerê Amerîkayê yê nû yê taybet bi Sûriyê David Braunstein, serdana cihê pîrozbahiyê kir. Braunstein di pîrozbahiyê de axivî û cejna Newrozê li gelên herêmê pîroz kir û hêvî kir ku di sala nû de aştî pêk were.

Braunstein diyar kir ku bi hevkarên xwe yên QSD`ê re kar dikin da ku çareseriyekê ji aloziya Sûriyê re bibînin û got: “Em bi hev re kar dikin, da ku em çareseriya rasteqîn ji aloziya li welêt re bibînin.”

David Braunstein di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku ew ê têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê dewam bikin da ku gelê herêmê bi aramî û aştî bijî.

Pîrozbahî bi stranên Koma Tolhildan dewam dike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pqnPrKejZFU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>