Aloziya Sûriyê deh sal li pey xwe hiştin, nîşanên çareseriyê hîna jî ne diyar in

Şerê li Sûriyê derbasî sala xwe ya 11`an bû, qeyraneke ku wekî serhildaneke herêmî dest pê kiriye, lê bi lez veguherî krîzekê û şerê wekîlan. Heta niha tu çareserî ji bo Sûriyê ku piraniya binesaziya wê hilweşiyaye, diyar nebûne.

Aloziya Sûriyê deh sal li pey xwe hiştin, nîşanên çareseriyê hîna jî ne diyar in
15 adar, 2021   00:37
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 11'an dibe û gelek diyardeyên leşkerî û siyasî li ser desthilatdariyê hatine guhertin.

Gelê Sûriyê guhertinên Tunis û Misirê û encamên xwepêşandanên li wan welatan şopandin. Di 15`ê Adara 2011`an de gelê Sûriyê xwest çirûska agirê ku welatiyê tunisî El-Bû Ezîzî berda bedena xwe, bigihêje welatê wan. Lê nedizanîn ku ev çirûsk dê Sûriyê bişewitîne. Xwepêşandan bi lez veguherîn bûyerên tundiyê û hêzên ewlekariya Sûriyê bi dehan xwepêşendar girtin.

Dema hinek zarok û ciwanên li parêzgeha Dera ya başûrê Sûriyê beriya 10 salan hevokên li dijî hikumeta Şamê nivîsandin, bû destpêka vêxistina çirûskê. Lê tu kesî nedifikirî ku xwepêşandanên li Derayê dê veguherin şerekî qirêjî ku bi salan dewam bike.

Hêdî hêdî xwepêşandan li parêzgeh û bajarên cuda yên Sûriyê belav bûn û sloganên "Rûxandina rejîmê û çûna El-Esed" derketin, pê re hemwextî parçebûna gelek endaman ji hêzên hikumeta Şamê, dest bi avakirina tabûrên çekdarî yên dijberî hikumeta Şamê hat kirin.

Beşar Esad komên ku çek rakirin bi "terorîstên ku ji aliyê hêzên derve ve tên fînansekirin" bi nav kirin û soza "tunekirina wan" da.

NIYETÊN VEŞARTÎ YÊN DEWLETA TIRK

/kr/uploads/files/2021/03/14/212516_-.webp

Tevî wê jî, şer dijwar bû û bi dehan tabûr û komên radîkal ku ji derve fînansman digirtin û bi hezaran çeteyên biyanî ji hemû cîhanê herikîn Sûriyê. Dewleta Tirk piştgirê sereke bû.

Siyasetmedarê sûrî Hisên El-Ezam behsa destwerdana dewleta Tirk a dagirker di aloziya Sûriyê de kir û got: "Ji roja yekem ve bandoreke xirab û wêranker kir. Ji ber ku hemû rastî nîşan didin ku armanc ew bû ku şoreşê ji rê derxe. Delîlên şênber ên teqez ên vê yekê hene ku rejîma Tirk bi komên terorîst hembêz dike û deriyên xwe ji koçberiya ber bi cîhanê ve vekirin, herêmên fireh ji Sûriyê dagir kirin û hîna xetereya wê berdewam e.”

/kr/uploads/files/2021/03/14/212538_-.webp

Gerînendeyê Navenda Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê jî got: "Di destpêka Bihara Ereban de şoreş li Tûnisê dest pê kir, piştre Lîbya, piştre Misir, Yemenê, Sûriyê. Êdî welatên cîran metirsîdar bûn ku ew şoreş bigihêje wan, di serî de dewleta Tirk ku bi xetereya şoreşa Sûriyê li ser xwe hesiya. Ev yek ji bo Îranê jî derbasdar e ku ji kêliya yekemîn de desteka El-Esed kir.”

Pîrê wiha domand: "Dewleta Tirk ket nava liv û tevgerê da ku vê şoreşê kontrol bike û şoreş ji rêya wê ya aştiyane derxist ku gelê Sûriyê û pêkhateyên wê xwe di wê şoreşê de dîtin."

Pîrê wiha gotinên xwe domandin: "Dewleta Tirk bi piştgiriya pereyên Qeterê dest bi berovajîkirina şoreşê kir. Ji destpêkê ve perdeya îslamê bi kar anîn û paşê veguherandin şoreşeke çekdarî. Pê re hêzeke terorîst a cîhanî anku rêxistina El-Qaîde derbasî herêmê kir. Ev hemû bi piştgiriya rêxistina terorîst anku rêxistina Îxwan El-Muslimîn ji bo kontrolkirina bûyerên li Sûriyê pêk hat. Armanca wan jî ne pêkanîna guhertinan li Sûriyê bû. Ji bo wan sloganên şoreşa Sûriyê ne girîng bûn. Tenê dixwestin desthilata li Şamê kontrol bikin ku heta vê kêliyê wisa difikirin.”

Li gorî Kadar Pîrê dewleta Tirk ji bo pêkanîna berjewendî û timayên xwe li Sûriyê ev kar kir û wiha nirxandina xwe dewam kir: "Ev tişt li ser keskî ne veşartî ye. Siyasetmedarên Tirk bi xwe behsa timayên wê yên li Sûriyê kirin bi taybet herêmên bi xêr û bereket. Nexşeya Mîsaqa Millî ku tirkan bi xwe belav kiriye vê yek îsbat dike ku dixwazin herêmên ji Helebê, seranserî sînorên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta Kerkûk û Mûsilê li Iraqê kontrol bikin. Beşeke mezin ji Kurdistana Başûr di vê nexşeyê de heye."

Di destpêka sala 2012`an de Komkara Ereban bi erêkirina hemû endaman, însiyatîfeke nû ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê pêşkêş kir. Li gorî wê divê opozîsyona Sûriyê dest bi diyalogê bi hikumeta Şamê re bike da ku hikumeteke nîştimanî were avakirin, lê bi şertê ku Beşar El-Esed piştre tevahiya erk û mafên xwe radestî cîgirê xwe bike da ku bi hevkariya vê hikumetê aloziyê bi dawî bikin.

Encûmena Nîştimanî ya Sûriyê ya ku bi serpereştiya dewleta Tirk dihat birêvebirin, bi erênî ev însiyatîf nirxand, lê hikumeta Şamê ew yek red kir.

Di Adara heman salê de hikumeta Şamê bi hemû hêza xwe ya leşkerî berê xwe da Humsê û êrişî taxa Baba Emro kir. Piştî 26 rojan ji şerekî dijwar, ew kontrol kir. Di heman demê de serfermandarê Artêşa Azad a Sûriyê Riyad El-Esed  ragihand ku leşkerên wî bi awayekî "taktîkî" ji taxê vekişîne, piştî ku gelek wêran bû û gelek sivîl bûn qurbanî.

Lê di meha Tîrmehê de piştî ku televîzyona Şamê kuştina wezîrê parastinê Dawûd Recha, cîgirê wî Asif Şewkat û cîgirê serokkomar Hesen Turkmanî di teqînekê de li avahiya ewlekariya neteweyî ya Sûriyê li taxa Rewda li Şamê ragihand, aloziya Sûriyê derbasî qonaxeke din bû. Hema yekser li şûna wan gelek rayedar hatin erkdarkirin. Fermandariya hêzên hikumeta Şamê di daxuyaniyekê de ku televîzyona fermî weşandiye, got: "Ev kiryara terorîst a tirsonek vîna hêzên çekdar naşikîne, lê belê dê israra wan ji bo paqijkirina welêt ji komên terorîst zêde bike."

Komên çekdar gelek dever û bajarên Sûriyê bi dest xistin, di nav de piraniya beşên paytexta aborî ya Sûriyê Helebê ku duyemîn bajarê herî mezin ê welat e.

Li beramberî wê Îranê piştevanîya xwe bo hêzên hikumeta Şamê zêde kir, lê ew rê li pêşiya komên çekdar negirt ku bigihêjin naverasta paytextê li nêzî qesra hikumetê.

OPOZÎSYONA SÛRIYÊ LI KU DERÊ YE?

Roj bi roj piştî komên radîkal mîna Cebhet El-Nusra (Heyet Tehrîr El-Şam a îro) û DAIŞ qada Sûriyê kontrol kir, opozîsyona Sûriyê ji holê rabû.

Têkildarî vî mijarê siyasetmedarê sûrî Hisên El-Ezam wiha got: "Şoreşa Sûriyê dirêj bû û pê re jî girêktir bû. Di nav de opozîsyona Sûriyê de ku di mehên destpêkê yên şoreşê xuya bûn. Aloziya opozîsyonê bi derketina navên nû re û zêdebûna desteyên ku nayên jimartin û armancên wê çi ne nayê zanîn, her ku çû girêktir bû.”

El-Ezam destnîşan kir ku opozîsyon parçe bûye,  ji ber ku girêdayî ajandeyên herêmî yan jî derve ye ku daxwazên xwe li ser hesabê xwîna gelê Sûriyê pêk tîne û wiha berdewam kir: "Opozîsyon di destên wan pergalan de tenê amûreke  ku hesabên xwe li ser axa Sûriyê û li ser hesabê xwîna gelê wê tesfiye dike. Tu muxalefeteke nîştimanî ya rastîn tune ye, yan ji aliyê ol ve tundraw e yan jî bi hişmendiya şovenîst dagirtî ye.”

Der barê vê mijarê de Kadar Pîrê jî ev nirxand kir: "Muxalefeteke rasteqîn a Sûriyê tunebû. Li derve û hundirê Sûriyê jî kesên muxalif hebûn, lê wateya rastîn a muxalefetê wekî beden û wek rêxistin ji bilî rêxistina terorîst a Îxwan Muslimîn tune bû. Lewra ji destpêkê ve aliyên derve mudaxeleya opozîsyonê kir. Mudaxeleya derve di Sûriyê de sedemek hebûna gelek opozîsyonan bû. Ew yek hişt ku opozîsyonek girêdayî hinek aliyan bin derkeve holê. Di vir de ez behsa dewleta Tirk dikim. Wê rolek mezin di vê mijarê de lîst û kesên welatparêz dûr xistin. Naxwazim kesekî bi nav bikin, lê gelek kesayetên muxalif ji opozîsyonê hatin dûrxistin, ji ber ku xwedî li têgeh û perpesktîvên rêxistina Îxwan Muslimîn derneketin.”

Pîrê wiha berdewam kir: "Ev hemû nûnertiya gelê Sûriyê nekir. Piraniya wan hinek kes bûn ku li welatekî diyar kom bûne û piştre aliyekê desteka wan kiriye, paşê sazûmaniyeke siyasî ku piraniya endamên wê mîna ku me li jor bi bîr xistiye, bûn. Teşeyê rastîn ê opozîsyonê tune bû, ji ber wê wan kesan helbet em desteka derve ji bîr nekin, karîn bibin nûnerên gelê Sûriyê.

DAIŞ HEBÛNA XWE ZÊDE DIKE

Di havîna 2014'an de, çeteyên DAIŞ'ê herêmên mezin ên Sûriyê û Iraqê kontrol kirin. Di destpêka meha Hezîranê de bajarê Mûsilê yê Iraqê dagir kir û di heman mehê de bajarê Reqayê dagir kir û wek paytexta xîlafeta xwe di 29'ê Hezîranê de ragihand. Her wiha piraniya parêzgeha Dêrazorê dagir kir. Li Heleb, Idlib, Hema, Şamê û gelek herêmên din ên Sûriyê yên din hebû. Bi vê yekê nêzî nîvê Sûriyê dagir kir.

Di wê salê de hêzên hikumeta Şamê ji hev ketin, komên çekdar ên girêdayî hêzên herêmî bi taybet çeteyên Cebhet El-Nusra û komên din ên girêdayê Îxwan Misilmanan bi desteka dewleta Tirk û Qeterê bi pêş ve çûn û herêmên berfireh ên Heleb, Idlib, Hema, Dera, Humis û Quneyterayê xistin bin kontrola xwe. Hebûna hêzên Şamê tenê di bajarên mezin de sînordar bû.

RÛSYAYÊ JI BO PIŞTGIRIYA HIKUMETA ŞAMÊ DESTWERDAN KIR

Li gorî daneyên wê demê, êdî hikumeta Şamê ber bi hilweşînê ve diçû. Hikumeta Şamê bi metirsiya rastîn hesiya û ji Rûsya daxwaz kir ku mudexele bike û di payîza 2015'an de dest bi destwerdana xwe ya rasterast kir piştî ku li bendê ma ku hikumeta Şamê bigihîje ber derê têkçûnê da ku şertên xwe lê ferz bike. Bi vê destwerdanê û bi rêya êrişên balafirên şer ên Rûsyayê pêşdeçûna komên çekdar hate rawestand.

Ji Cinêvê heta Viyanayê, Munchen, Astana û Soçî hêzên herêmî û navneteweyî yên ku mudaxeleya Sûriyê dikin gelek civîn li ser rewşa Sûriyê li dar xistin. Di hewldanekê de ji aliyê her dewletekê ku çareseriyekê li gorî berjewendiyên xwe pêk bîne, şoreşa li dijî zordestiyê veguherî aloziyeke herêmî ku dewletên li dora Sûriyê hewl dan bi rêya wê berjewendiyên xwe biparêzin. Ji dewleta Tirk bigire ku ji bo vejandina serfiraziyên Osmaniyan desteka komên çekdar û terorîst kir heta bigihêje Îranê ku giraniya xwe da ser parastina Şamê da ku hêviyên xwe ji bo avakirina Kevana Şîî pêk bîne.

Dewleta Tirk balafirgehên xwe ji bo pêşwazîkirina terorîstan ji tevahiya cîhanê vekir û derbasbûna wan ji Sûriyê hêsan kir. ji wê zêdetir sînorên xwe kirin dergeh ji bo ku çek, terorîst û çete derbasî Sûriyê bibin. Her wiha tevahiya cureyên desteka madî, manewî û tenduristî ji wan re pêşkêş kirin. Îranê jî şîiyên li her deverî kom kirin û ji bo piştgiriya hikumeta Şamê şandin Sûriyê.

Rewş her ku çû aloztir bû nemaze dema ku ev alozî veguherî aloziyeke navneteweyî ku Rûsya hemû giraniya xwe li Sûriyê danî û biryara siyasî ya fermî ya hikumetê kontrol kir. Amerîkayê jî di salên pêşîn ên aloziyê de çareserî paşde dixist.

Hisên El-Ezam got: "Civînên ku hatine li darxistin, ya herî girîng Cinevê û biryara 2254’an a ku derxistiye, dibe ku hêviyên gelê Sûriyê pêk bîne, lê bi şerta ku tevahiya aliyên têkildarî aloziyê tev lê bibin. Di nav de Rêveberiya Xweser. Ji ber ku her çareseriyek beyî wê kêm bimîne."

Kadar Pîrê jî wiha got: "Hemû civînên ku di pêşerojê de pêk hatine dê têk biçin. Nûnerê rastîn ên gelê Sûriyê ji wan civînan hatine dûrxistin. Ez behsa Kurdan û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) dikim.”

RÊGEHEKE DIN A ALOZIYÊ

Li hemberî vê yekê û tevî ku hêviya gelê Sûriyê neman, YPG û YPJ`ê erka parastina her sê kantonan ku di Çileya 2014`an de hatin ragihandin (Efrîn, Kobanê û Cizîrê) girt ser xwe.

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ji bo li dijî Şamê şer bike li komên dijber ên Sûriyê digeriya ku wan perwerde bike, lê ji ber mezinbûna komên terorîst, parçebûna komên ku wan perwerde kiribûn û hin ji wan jî tev li nava terorîstan û komên din ên bi ser dewleta Tirk ve bûn, Amerîkayê ji şerê li hemberî hikumeta Şamê ber bi şerê li dijî terorîstan ve çû.

Di 4`ê Adara 2015`an de komeke ji 50 leşkerên ku xwedî hemû cureyên çekan bû yên ji tabûra 51`ê piştî ku li ser bingeha bernameyên amerîkî perwerde dîtin, bi rêya Bab El-Selam a bajarê Ezazê re gihaştin Sûriyê ku oposîzyona çekdar perwerde bikin. Endamên vê komê di nava çend rojan de hatin kuştin û hin ji wan reviyan û tevî çekan xwe radestî çeteyên DAIŞ`ê kirin.

Di pêvajoya şerê li dijî terorê de, YPG û YPJ`ê isbata xwe kir, ji lew re û piştî ku Koalîsyona Navneteweyî hate ragihandin, Koalîsyonê dest bi piştgiriya hewayî ya ji YPG`ê û YPJ`ê re kir. Nexasim di şerê li Kobanê yê Îlona 2014`an de û ev piştgirî heta avakirina QSD`ê ya di Cotmeha 2015`an de bû berdewam kir. DYA`yê di şerê Rizgarkirina Minbicê ji çeteyên DAIŞ`ê re şêwirmendên leşkerî anîn û piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya ji QSD`ê re berfireh kir û heta rizgarkirina bajarê Reqayê paytexta "xîlafetê" ku di 17`ê Cotmeha 2017`an de. Piştre, heta rizgarkirina Baxozê ya di 23`yê Adara 2019`an de.

Têkildarî vê yekê Kadar Pîrê diyar kir ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê yan jî Kurd di mijara Sûriyê de û ji destpêka aloziya Sûriyê ve xeta 3`yemîn girt û ji bo parastina xwe û rêveberirina herêmên  xwe heta ku li ser asteke biçûk be jî baş pêk anîn.

Kadar bi domdarî got: "Serkeftina van hêzan a li dijî tunekirina terorîstan bi dest xistin, bala cîhan û koalîsyonê kişand ser xwe, QSD`ê îsbata serkeftina xwe kir û cîhan îqna kir ku ew hêzek e û dikare erdên xwe rizgar bike û bey nasnameyeke diyarker parastina gelê Sûriyê jî bike. Ji ber ku tekane hêza ku hewl dide yekkirina Sûriyê ava bikin ew e û ev jî ji bo gelê Sûriyê, Sûriyeke nenavendî, Sûriyeke dûrî dîktatoriyê û dûrî terorê çareya herî guncaw e."

Kadar Pîrê da zanîn ku hemû gav û karên ku QSD`ê pê re rabû û cîhan  îqna kir, bala her kesî bir ser tecrûbeyê û got:"Bi rêya şopandina me û peywendiyên me yên bi biryayên sûrî re yên li herêmên din, me dît ku her kes hêvî dike ku rêveberiyên wekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin, her kes hêvî dike ku hêzên wan ên wekî QSD`ê hebin û parastina wan bikin ne hêzên terorîst bin û ne jî hêzên ku dixwazin gelê Sûriyê qetil bikin. Êdî vê tecrûbeyê li hemberî rewşa Sûriyê bi giştî isbata serkeftina xwe kir, dev ji kêmasî, nakokî yan jî rexneyên ku li rêveberiyê tên kirin berde, di rewşa Sûriyê de û tevî ku temenê vê tecrûbeyê biçûk e, ji baştirîn tecrûbe ye."

LI SER HESABÊN GELÊ SÛRIYÊ LIHEVKIRINÊN RÛSYA-TIRKIYÊ

Piştî dewleta Tirk di 24`ê Mijdara 2015`an balafireke şer a rûsî ya Sukhoi-24 xist, serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn got balafira rûsî li ser Sûriyê hate ruxandin û 4 km dûrî sînorê bi dewleta Tirk re bû. Pûtîn ruxandina vê balafirê bi xencera ji piştê ya ji aliyê hevkarên terorîst ve bi nav kir.

Piştî zêdetirî sal û nîvekê Beşar El-Esed û alîgirên wî ku îşaretê bi Rûsyayê dikir wan bi sûcdar wesif kir û Serokkomarê Tirkiye Recep Teyyip Erdogan têkildarî ruxandina balafrê, lêborîna xwe xwest û xemgîniya xwe anî ziman, di heman demê de hêvî kir ku ev  yek careke din dubare nebe.

Di dawiya 2016`an de serokê Rûsyayê Pûtîn ji Japonyayê ragihand ku têkildarî diyalogên aştiyane yên Sûriyê wî bi serokkomarê Tirkiyê re Recep Tayyîp Erdogan re li hev kiriye û diyar kir ku wan ji bo berdewamkirina diyalogên li paytexta Kazaxistanê Astanayê li hev kirine.

Di 23`yê Çileya 2017`an gera yekemîn a Astanayê dest pê kir ku di navbera dewletên ku destwerdana Sûriyê dikin û yên ku erdên wê dagirkirine (Tirkiye, Îran û Rûsyayê) de bû.Van aliyan der barê “herêmên bêçek” de li hev kir û bi vê yekê destwerdana Rûsyayê û Îanê ya ji Sûriyê re û dagirkirina dewleta Tirk a ji erda Sûriyê re rewa kirin.

Dewleta Tirk ji bo dagirkirina parçeyên nû yên erdên Sûriyê yên li Idlibê ev lihevkirin bi kar anî û di Adara 2018`an de bi erêkirina Rûsyayê dewleta Tirk herêma Efrînê dagir kir û zêdetirî 300  hezar şêniyên herêmê koçber kir.

Di sala 2019`an de dewleta Tirk a dagirker careke din êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kir, di encama êrişên ku di dema serokatiya Donald Trump de û bi erêkirina DYA`yê de pêk hatin, 200 hezar kesên din koçber bûn.

Der barê civînên Astanayê de Kadar Pîrê got: "Xetereya Astanayê bi taybet ji ber kombûna sêaliyên ku destên wan di hilweşandina Sûriyê de heye tê, ku ew jî Rûsya, Tirkiye û Îranê ne. Tevî nakoniyên di navbera her sê aliyan de, lê dîsa jî li hev civiyan, her yek ji wan dixwaze Sûriyê milkê wê be û ji her yekê re berjewendiyên taybet ên li Sûriyê hene."

Pîrê destnîşan kir ku Rûsya dixwaze Sûriyê ji aliyê siyasî û leşkerî ve têk biçe û ew hemû xêr û bêra Sûriyê bi kar bîne, di heman demê de Îranê jî dixweze 4 paytexên erebî serwer bike ku ew jî xeta gihandina kevana Şîî ku û ji bo dewleta Tirk jî heman tişt derbasdar e.

Pîrê da zanîn ku binketina berjewendiyên her sê aliyên li Sûriyê ji ber hebûna QSD`ê û Koalîsyona Navneteweyî bû ku QSD wek tekane hêza ku dikare li hemberî terorê şer bike dît, lewma berjewendiyên wan bi bin ketin.

Bi  derbasbûna aloziya Sûriyê ji sala 11`emîn re, azara Sûriyan kurtir bû, li herêmên hikumeta Şamê jî rewşa debarê dijwar bû û lîreya Sûriyê daket, di heman demê de hîn jî hin herêm liv û tevgera dewletên peymanan dişopînin, yên herî girîng Rûsya û dewlet Tirk.

Raporekê bi sernavê "Temenekî mezin dê were dayîn" ku rêxistineke cîhanî ya di qada alîkariyên mirovî de dixebite û şîrketa Frontier is an economics amade kiribû, wendahiyên canî û aborî yên rageşiya Sûriyê eşkere kir.

Li gorî raporê 600 hezar sûrî bûne qurbanî, di nava van kesan de 55 hezar zarok hene, di heman demê de ji ber şer derdora 12 milyon kes koçber bûn çi li hundirê Sûriyê be yan jî ber bi derve ve, ev hejmar jî nîvê hejmara niştecihên welêt dike.

Li kêleka wendahiyên canî jî bi hezaran zarok ji mafên xwendinê, ewlekariyê, lêhêrandina tenduristiyê û ji malbatên xwe bê par man.

Li gorî raporê, lêçûna aboriyê ya rageşiyê derdora Trîlyonek û 200 mîlyar dolar dike û ev jî wekî butçeya dewletên Yekitiya Ewropa ya deh salan e.

Gelek faktoran û biryarên navneteweyî azara gelê Sûriyê gurtir kirin; ji wan Qanûna Qeyser ku îşaretê bi cemidandina alîkariyan û ji nû avakirina Sûriyê dike, her wiha kelûpel Sûriyê divê ji Sûriyê dernekevin an jî li wir neyên şixulandin, li aliyekî din jî peymanên der barê petrol û gaze jî hene.

Serokê Amerîkayê yê berê Donald Trump di Çileya 2020`an de Qanûna Qeyser îmze kiribû û di Hezîrana heman salê de pêk hat.

HEWLDANÊN DIYARKIRINA PÊŞEROJA SÛRIYÊ YA TARÎ

Tevî vê yekê hîn jî dewletên destwerdana aloziya Sûriyê dikin bi roleke neyînî radibin, hewldana pêkanîna berjewendiyên xwe dikin, di nava xwe de peymanan îmze dikin û bi hemû awayan hewldana pêkanîna armancên xwe dikin. Di vê derbarê de di destpêka Adarê de li paytexa Qeterê Dewhayê civînek li dar ket û tê de wezîrên karên derve yên Rûsya, Tirkiye û Qeterê beşdar bûn û her sê aliyan careke din li ser dijminatiya gelê Sûriyê li hev kir.

Têkildarî vê civînê Kadar Pîrê got di rojên dawîn de hêzeke veşartî derket ku piştgiriya van aliyan dikir ku ew jî Qeter e, di civîna dawîn aa di navbera Rûsya û dewleta Tirk de derket meydanê û di dosyaya Sûriyê de hemû berjewendiyên xwe ku heman berjewendiyên Îxwanan in, derxistin.

Di dawiyê de Pîrê anî ziman ku êdî berjewendî eşkere bûn, hewl didin peywendiyan bi Rûsyayê re bikin ku biryara siyasî ya Sûriyê kiriye destên xwe da ku para rêxistina Îxwan El-Muslimîn di hikumê Sûriyê de hebe û wiha domand: "Jixwe ev e ya ku niha jê re plan dikin û QSD`ê dikin armanc, ji ber ku QSD li Sûriyê xwedî projeyeke rasteqîn e û alternetîfa hemû wan kesên terorîst e."

Tevî ku deh sal di ser aloziya Sûriyê re derbas bûn, lê tu çare derneketine holê û diyar e ku azara gelê Sûriyê dê heta çend salên din berdewam bike.

(şx-eh)

ANHA