Sîxurekî dewleta Tirk itîraf kir ku ew li pişt êrişên asîmanî yên li ser Rojava ye

Sîxurekî MÎT’a dewleta Tirk li xwe mikur hat ku agahî li ser 4 nuqteyên leşkerî, sivîl û tevgerên rêveberên li Rojavayê Kurdistanê dane û çete derbas kirine da ku teqînan li bajarê Qamişloyê çêkin.

Sîxurekî dewleta Tirk itîraf kir ku ew li pişt êrişên asîmanî yên li ser Rojava ye
15 adar, 2021   01:47
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Balafireke bêpîlot a dewleta Tirk di 6’ê Tebaxê de avahiyeke sivîl a çêkirina kabloyên kehrebeyê li Qamişloyê bombebaran kiribû, di encamê de sivîlek birîndar bûbû. Bi wê re saziyên ewlekariyê dest bi lêkolîn û lêpirsînan kiribû û sîxurê dewleta Tirk Mikrî Sibhî Mikrî di wê demê de girt.

Mikrî Sibhî Mikrî (38) ji şêniyên bajarê Serêkaniyê ye ku ji hêla dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin. Mikrî ji malbateke Çeçen e ku ji 6 ferdan pêk tê. Di firineke li Serêkaniyê de dixebitî û piştî 2018’an wek karmend di saziya kehrebeyê ya girêdayî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê de dixebitî û destpêkê li beşa komkirina pereyan xebitî. Piştre bû ajokarê erebeya kolandinê. Lê piştî êrişên dewleta Tirk ên li dijî Serêkaniyê yên di 9’ê Cotmeha 2019’an de berê xwe da Qamişloyê da ku xebata xwe berdewam bike.

Destpêkê Mikrî ji aliyê kesekî bi navê Mustefa Remana ve hate erkdarkirin û piştre ji aliyê kesekî bi navê Ibêd (Badî Elî) ve ku ji şêniyên gundê Til Hermil ê dagirkirî ye û bi MÎT’a dewleta Tirk re ve hate erkdarkirin. Erka Badî Elî jî erkdarkirina kesan li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

DERBASKIRINA ŞANEYAN JI ROJAVA RE

Beriya êrişa dewleta Tirk a dagirker li dijî Serêkaniyê Mikrî Sibhî Mikrî endamên şaneyan ên dewleta Tirk a dagirker ji Tirkiyê derbasî Sûriyê dikirin û ji Sûriyê jî derbasî Tirkiyê dikir. Mikrî karê derbaskirinê jî di gundê Elok ê rojhilat herêma Serêkaniyê re bi rêya kesê bi navê Mistefa Remana  ji aliyê Tirkiyê ve di destpêka 2017’an de pêk dianî. Erkên van kesan ew bû ku mayinan û teqemeniyan amade bikin.

Mikrî li xwe mikur hat ku wî endamên şaneyan beş bi beş derbas kirin, beşa yekemîn ji du kesan bi navên Adil û Farûq bûn, beşa duyemîn jî tenê yek bû û navê wî Şamil bû, beşa sêyemîn jî du kes bûn, Hemdo û Ezîz û li gel wan jî alavên teqemeniyê û alavên elektronîk hebûn.

Mikrî destnîşan kir ku Mistefa Remana ji wî xwest ku endamên şaneyên DAIŞ’ê bigihîne kesê bi navê Mihemed Hikmet ê li herêma Eyn Hîsan a girêdayî Serêkaniyê û wiha got: "Di roja duyem de Mistefa bi min re axivî, da ku çenteyê ku tê de alavên elektronîk, blak, sîm û saet hene, bigihîne wî û got ew çente yê Adil û Farûq e û 100 lîreyê tirkî da min."

Mikrî diyar kir ku Adil û Farûq ji wî xwest ku derbasî Qamişloyê bibin û wiha domand: "Min roja din ew gihandin geracê û berê xwe dan Qamişloyê."

Mikrî eşkere kir ku ew her du di destpêkê de derbasî Qamişlo bûn mayînên bideng li sûka sebzeyan a Qamişlo teqandin û piştre li rex nivîsgeha erebeyan a li 4 kolanên Qamişlo jî teqandin û wiha domand: "Di wê demê de bi min re neaxivîn û Mistefa der barê sedema neaxiftinê agahî da."

Mikrî diyar kir ku Şamil ê ku di beşa duyem re derbas bûye, bi heman rêbaza Adil û Farûq derbasî Serêkaniyê bû û dûvre jî Qamişlo û wiha domand: "Mistefa Remana got Adil û Farûq winda ne û hatine girtin yan ew ji hêla hikumeta Şamê ve yan jî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine girtin. Piştî girtna Adil û Farûq, Hemdo û Ezîz ji gundê Elok derbasî Serêkaniyê bûn û min ew anîn Qamişlo û li gel wan jî çente hebûn û tê de alavên elektronîk û teqemeniyê hebûn."

Li gorî Mikrî, Hemdo û Ezîz di dawiya 2017’an de derbasî Qamişlo bûn û du teqîn pêk anîn, yek li Çerxeriya Xelîc û ya duyem jî li sûka sebzeyan a Qamişlo û piştre Mistefa Remana agahî daye Mikrî ku Hemdo û Ezîz jî hatine girtin.

Mikrî eşkere kir ku di navbera derbasbûna her beşekê de 3 roj bûn û wiha got: "Di roja yekem de beşa yekem, di roja duyem de çenteyên alavan û di roja sêyem de jî me ew dişandin Qamişlo."

BI RÊYA AJANEKÎ DIN ERK TEMAM KIR

Piştî ku 5 endamên şaneyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker derbasî bajarê Qamişlo bûn, karê Mikrî bi Mistefa Remana re bi dawî bû û di Hezîrana 2020`an de kurê xaltîka Mikrî, Badî Ibêd "Badî Elî" pê re axivî.

Badî Ibêd sîxurekî MÎT’a dewleta Tirk e ku ji şêniyên navçeya Zirganê ye û yek ji serçeteyên komên çeteyan ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker e, niha jî li Tirkiyê ye. Erka Ibêd ya sereke; bikaranîna şêniyên herêmên dagirkirî ji bo berjewendiyên dewleta Tirk e. Beriya niha Badî Ibêd kesê bi navê S.A.T ê 55 salî û ji bajarokê Zirganê yê girêdayî herêma Serêkaniyê ya dagirkirî ye tev lê kir û erka plankirina êrişa qetilkirina siyastmedarên Kurd Salih Mûslim û Aldar Xelîl kir, lê beriya 8 mehan ji aliyê saziyên ewlekariyê ve hate girtin.

Mikrî da zanîn ku Badî Ibêd agahî daye wî ku ew dikare çeteyên ku mala wî ya li Serêkaniyê ya dagirkirî desteser kirine, derxe, her wiha dikare wan vegerîne malê jî, li hemberî vê yekê divê ew hin agahiyan bide, wêneyên nuqteyên leşkerî, deverên ku hêzên leşkerî li herêmê lê kom dibin û nuqteyên saziyên rêveberiyê bide.

Mikrî wiha domand: "Destpêkê ez tirsîm, lê piştre ez îqna kirim ku ez ê istîxbaratê re bixebitim û got hin kes bi min re hene û li Qamişlo dixebitin ew jî Malik Borî û Watîş Memo ne û rewşa wan a madî bi xêra vê yekê baş bûye."

Mikrî destnîşan kir ku Badî Ibêd di roja din de pê re axivî û jê re got mala te niha di destên wî de ye, piştre wêneyên hin kesan jê re şandibûn û erka wan a li herêmê pê re parve kiribû, lê wî ew nas nedikirin û agahî dayê.

Mikrî ev yek li gotina xwe zêde kir: "Badî Ibêd ji min xwest ku ez cihê 4 nuqteyên stratejîk ên Rêveberiya Xweser ên li Qamişloyê bidim wî, min jî wêneyên 4 nuqteyan jê re şandin û min dever jî diyar kirin, piştî mehekê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve her 4 nuqte hatin hedefgirtin."

AMADEKARIYA ÊRIŞÊN MEZINTIR

Piştî artêşa Tirk a dagirker her 4 nuqteyên li Qamişloyê kirin armanc, Badî Ibêd ji Mikrî xwest ku biçe navçeya Şedadê da ku fêrî teqandinê bibe û got: "Ez bi kesekî bi navê Redad El-Mûsa re dam naskirin, ez jî çûm navçeyê, li aliyê rastê ji navçeyê malek hebû û tê de kesekî bi navê Ehmed El-Salim hebû ku erka wî jî min li ser çêkirina bombeyan perwerde bike."

Mikrî da zanîn ku dema ji bo perwerdeyê hatibû veqetandin 45 roj bûn, lê ji ber karê wî di nava 15 rojan de perwerde dît. Mikrî ev agahî dan: "Di vê demê de ez fêrî çêkirina bombeyan, çandin û rakirina wan bûm, armanca sereke ji perwerdeyê ew bû ku li herêmê têkbirina ewlekarî û aramiyê û derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e."

Mikrî Sebhî Mikrî di berdewama axaftina xwe de ev xal rêz kirin: "Dewleta Tirk li herêmê komên mezin tevlihev kir da ku ewlekarî  û aramiya herêmê têk bibe, mînaka wan jî Mistefa Mikrî û Badî Ibêd El-Xelîl ku rewşa me bi kar anîn û li hemberî sozên bi derewan heta soza pereyekî mezin jî dabûn min, ez kirim sîxur û ajan, lê di rastiyê de min tiştek wernegirtiye."

Mikrî piştrast kir ku li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî komên çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ`ê hene û dewleta Tirk di 9`ê Cotmeha 2019`an de ji bo êrişkirina bajêr wan, ew kom bi kar anîn.

(fr-eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XI2roj1KBVU" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>