Hesen Mistefa: Nakokiyên dewletan sedema dirêjkirina temenê aloziyê ye

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê Hesen Mistefa destnîşan kir ku destwerdanên derve û nakokiyên wan li ser xaka Sûriyê sedema dirêjkirina temenê aloziyê ye, her wiha diyar kir bêyî pêkanîna biryara Konseya Ewlekariyê ya bi hejmara 2254’an çareserkirina aloziya Sûriyê ne pêkan e.

Hesen Mistefa: Nakokiyên dewletan sedema dirêjkirina temenê aloziyê ye
15 adar, 2021   04:17
REQA-XALID EL-CUMA-EHMED EL-ELÎ

Aloziya Sûriyê derbasî sala xwe ya 10’emîn bû û li pey xwe bi sed hezaran ji kuştî, birîndar, milyonan penaber û bi deh hezaran koçber hiştin.  Lê heta niha asoyên çareserkirina vê aloziyê tune ne. Tevî ku gelek kongre û civîn bi armanca çareserkirina vê aloziyê li dar ketin, lê berovajî wê alozî girêktir kir û temenê wê ji bo berjewendiyên dewletên idîa dikin ku ew hewl didin çareser bikin, dirêj dike.

Girêdayî mijarê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Sivîl a Reqayê û hiqûqnas Hesen Mistefa bersiva pirsên me da:

Hûn çawa li aloziya Sûriyê dinêrin a ku 10 sal li pey xwe hişt, bi nêrîna we çima ev alozî mezin dibe û tu nîşaneyên çareseriyê nexuya ne, tevî ku gelek civîn mîna Cinêv, Astana, Sochî û hwd li dar ketin, çima tu pêşketin di vê derbarê de çênebûn?

Îro 10 sal di ser destpêkirina aloziya Sûriyê re derbas bû, ku destpêkê tevgera aştiyane bû û banga azadî û rûmetê dikir, lê ev şoreş û tevger hate biçekirin, da ku ji rêya wê ya rast bi der keve.

10 sal di ser re vê aloziyê re derbas bûn ku weke temenê her du şerên cîhanê ne, bi wê re gelê Sûriyê li şûna tevahî cîhanê berdêlekî biha da. Tevahî destwerdanên derve yên bi navê çarekirina aloziya Sûriyê, mîna Astana, Riyad, Qahîra, Sochî û Cinêvê ne ji bo çarekirina vê aloziyê bûn. Lê belê ji bo berjewendiyên xwe bûn. Sochî ji bo pêkanîna ajandeyên Rûsya, civîna  Riyadê jî ji bo berjewendiya Kendavê dixebitîn û rola dewleta Tirk jî ji bo dirêjkirina temenê aloziyê ye.

Ev tevahî berpirsên dirêjkirina temenê aloziyê û birêvebirina wê bû, lê ne ji bo lêgerîna li çareserkirina aloziyê bû.

Kê sûd ji dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê wergirt û hûn çawa destwerdanên derve li aloziya Sûriyê dinirxînin, bi taybet destwerdana dewleta Tirk û Rûsya?

Bê guman dewletên destwerdêr ên di aloziya Sûriyê de di serî de jî dewleta Tirk berjewendiyên wan ên mezin di dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê de hene. Dewleta Tirk bê navber hewl dide civaka Sûriyê ji hev bixe û derbe bike, di encamê de vê civakî neçarî penabertiya ber bi xaka Tirkiyê ve bike.

Her wiha bi sedan karsaz, pîşezas û bazirganên sûrî berê xwe da dewleta Tirk, kargeh û şîrket ava kirin ku aboriya dewleta Tirk geş kir. Ji lew re dewleta Tirk li ser dirêjkirina temenê aloziyê baldar e, li gel wê jî bazirganiyê bi xwîna sûriyan dike. Ew yek jî di kampên penabertiyê de pêk dihat, di wê kampê de sûrî neçar dikirin ku tê de bin, da ku sûdê ji piştgiriya navneteweyî wergirin.

Ji bilî dewleta Tirk, Rûsya jî hewl dide li herêmê bimîne. Rûsya ne ji bo xizmeta sûriyan û doza wê ya adil hate Sûriyê, lê belê ji bo berjewendiyên xwe dixebite ku peyman û lihevkirin bi hikumeta Şamê re pêk anîn da ku gelek deverên girîng ên li perava Sûriyê, her wiha deverên petrol û gazê yên li Sûriyêi îstîsmar bike.

Gelê Sûriyê daxwaza demokrasî û azadiyê kir, lê belê îro li Sûriyê şerê bi wekîlan heye û yê ku zirar dibîne gel tenê ye, bi nêrîna we sedema vê yekê çi ye?

Destwerdanên derve li aloziya Sûriyê, derketina gelek koman, ku her komeke desteka diravî û leşkerî ji aliyekî derve digire û li gorî biryarên aliyên derve yên ku destek dide wê, tevdigere, ev hemû sedema  şerê li Sûriyê ye. Şerê li Sûriyê rû dide şerê di navbera dewletên bi nakok ên li ser xaka Sûriyê ye, lê ev şer taybetmendiyeke navxweyî girt, ku gelê Sûriyê berdîla wê da. Di encama şer de bi hezaran qurbanî hatin dayîn, birîndar û astengdar çêbûn, binesaziya bajarên Sûriyê hatin wêrankirin, bi milyonan gelê Sûriyê penaber û koçber bûn.

Em ji vir dizanin ku destwerdana derve bû sedema jihevxistina civaka Sûriyê û derbekirina mûzaîka Sûriyê ya ku li ser asta Rojhilata Navîn bûbû mînakeke bêhmpa.

Çima civaka navneteweyî nikare çareyek ji aloziya Sûriyê re bibîne, gelo ew nikare yan naxwaze çareyekê bibîne yan jî bi nêrîna wê çi ye?

Civaka navneteweyî li hember dîtina çareseriyê aciz e û di bîra me de ye ku dema pirsgirêk li Bosnia û Herzegovina û hwd çêbûn civaka navneteweyî destwerdan kir, her wiha dema civaka navnetweyî xwest rejîma Sedam Hisên hilweşîne bi tenê bêyî NY’yê xebitî û hevbendiyek ji bo hilweşîna wê rejîmê ava kir.

Lê belê civaka navneteweyî ji bo tesfiyekirina hesabên xwe li tevahî herêmên cîhanê ji Qerebaxê heta bi pirsgirêkên Kiev û Ukrainya û pirsgirêkên Îran, dewleta Tirk, Yewnanistan û Îsraîlê li ser xaka Sûriyê xebitî.

Ev tevahî dewlet di nava nakokiyan de ne û hewl didin hesabên xwe li ser xaka Sûriyê safî bikin, di rastiyê de civaka navneteweyî dikare çareseriyê bibîne û dikare çareseriyê bi rêya NY’yê ferz bike û aloziya Sûriyê bi dawî bike.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî taybetmendiyek e û cesareta xwe di rizgarkirin û birêvebirina herêmê de îsbat kir, gelo ji ber çi ev projeye ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê nayê pejirandin?

Bê gûman tişta ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêbûye tu kesî texmîn nedikir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek nirx derketin, ya yekemîn jî redkirina şerê sûrî-sûrî û ya din jî Sûriyê yek e û nayê dabeşkirina, kêmkirin û parçekirin.

Ev nirx li xweşiya hin aliyan nediçû û xwestin ku vî welatî ji hev bixin ku di rojekê de welatê herî girîng di Rojhilata Navîn de bû.

Sûriyê bûbû spargeha tevahî dewletên bi aloz bû û deriyê xwe ji tevan re vekiribû, mîna Urdin, Filistîn, Iraq û Lubnanê. Di rojên herî dijwar de deriyên mal û nexweşxaneyên xwe vekirî dihiştin, bêyî ku aliyekî li ser yên din bigire, lê belê wan wekî beşek ji xwe hesab dikir.

Piştî aloziya Sûriyê, tevahî dewletên ku gelek penaberên sûrî pêşwaz kirin, li dijî wan sûc û tundî bi kar anîn.

Rêveberiya Xweser di demeke kurt de, xak rizgar kir û avahiyên ku di aloziyê de wêran bûbûn ji nû ve ava kirin, her wiha rêveberiya sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ava kir. Lê dema em dibêjin demokrasî, ew jî tê wateya ku modeleke nû ya rêveberiyê pêşkêş dike û herêm bi rêya şêniyên wê, ji tevahî pêkhateyan bêyî cudabûn û nijadperestiya etnîkî bi rê ve bir

Tecrûbeya Rêveberiya Xweser tevî ku gelek astengî li pêşiya wê derketin, bi taybet astengiya sala 2019’an da dagirkirina dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, lê tecrubeyeke serkeftî bû û tê qebûlkirin.

Gelekan li ser binketina wê, hilweşîna civak û pêkateyên li derdora wê, hesab kirin, lê belê texmîna tevahî têkçûn û ev rêveberî bi tevahî pêkhateyan re hevgirtî ma û serkeftin pêk anî. Bi wê re jî gelek dewlet li hesabên xwe yên li hember herêmê vegerînin û ev tecrûbe weke modeleke çareseriyê li Sûriyê bi nav kirin. Her wiha hin lihevkirin hene ku çareyên Sûriyê dê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk were.

Hîna jî asoyên çareseriyê yên aloziya Sûriyê tune ne, gelo bi nêrîna we hêmanên bingehîn ên çareserkirina aloziya Sûriyê çi ne?

Bê gûman ev pêşniyar ji sala destpêkê ya aloziya Sûriyê de hate kirin, ew jî lêvegera Cinêv û biryara 2254’an bi hemû bendên xwe ye, ya yekemîn jî desteya hikumê demkî, veguhastina siyasî, destûr û hwd. Tevahî pêkhateyên Sûriyê û gelê Sûriyê li ser vê daxuyanî û biryarê erê kir, lê diyar e ku çareserkirina aloziya Sûriyê li berjewendiya hin kesan nehat.

Di dema niha de, gelek dewlet bi hemû hêza xwe hewl didin vê biryarê pêk bînin. Ji ber ku herêm westî û mayîna Sûriyê bi vî rengî û veguherandina wê ya ber bi dewleteke hilweşiyayî ve, dê bandorê li tevahî dewletên herêmê bikin û bi wê re encamên nebaş bîne.

Em dibînin ku tevahî dewlet li ser lidarxistina civînan çi li dewleta Tirk an jî li dewletên Kendavê be di pêşbirkê de ne, da ku çareseriya aloziya Sûriyê lêkolîn bikin û em di vî aliyê de pêşbîn in, da ku çareya yekem û dawîn li gorî biryarên Cinêvê be.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Jj-2LjGb8Kk" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>