Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine, 2 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi koronayê ketin
12 adar, 2021   10:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên ji ber vîrusê mirine, mêrek û jineke ji Reqayê ne.

Mistefa destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 18 kesên din bi koronayê ketine, ew jî 8 mêr û 10 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 9
Qamişlo: 5
Dêrik: 1
Reqa: 3

Ciwan Mistefa her wiha diyar kir ku nexweşekî din jî baş bûye.

Bi van daneyan re li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 8 hezar û 773 kes bi koronayê ketine, ji wan 337 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 254 kes baş bûne.

(dx)