Şêniyên Til Hemîs: Serhildana 12'ê Adarê destpêkirina şoreşa gelan bû

Şêniyên navçeya Til Hemîsê diayar kirin ku serhildana 12'ê Adara 2004'an destpêkirina şoreşa gel bû û heya roja îro didome. Her wiha da zanîn ku xwestin bi awayekî zanabûn di navbera Kurd û Ereban de fitneyan derxin.

Şêniyên Til Hemîs: Serhildana 12'ê Adarê destpêkirina şoreşa gelan bû
12 adar, 2021   10:13
QAMIŞLO - ŞIHAB EL-EHMED

Gelê Kurd li Rojava beriya 17 salan di vê roja 12'ê Adara 2004'an de li dijî hikumeta Şamê ya zordar û qirker rabû serhildanê. Vê serhildanê; di dema bûyerên ku li yarîgeha futbolê (Yarîgeha Şehîdên 12'ê Adarê) dest pê kir û li meydana bajarê Qamişlo û hemû bajarên din heta Efrînê belav bû.

Ev serhildan li hemberî neheqî û zordariyê bû destpêkirina şoreşa gelan li Bakur û Rojhliatê Sûriyê û veguherî sembola berxwedana gelê Kurd û bingeha avakirina Neteweya Demkratîk.

Şêniyên navçeya Til Hemîs wiha nêrînên xwe anîn ziman: "Hikumeta Şamê di 12'ê Adara 2004'an de xwest cudahî û fitneyê di navbera gelê Kurd û Ereban de çêbike, lê her du gelan rê li ber vê yekê venekir û ev hewldanên fitneyê veguherî serhildaneke li dijî palanên hikumetê û zêdekirina hevgirtina pêkhateyan."

Ciwanê bi navê Fadî El-Ebdullah yê ji gundê Ebû Xezif got: "Şoreşa gelan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewamkirina serhildana 12'ê Adarê ye ku hikumeta Şamê hewl da her du gelan têk bibe û cudahiyê têxe navbera wan."

Her wiha şêniya bi navê Belqîs Ebdullah ya ji gundê Sediyê diyar kir ku bûyerên ku li yarîgehê pêk hatine bi awayekî zanabûn hatibûn plankirin da ku fitneyê di navbera her du gelan de derxin û diyar kir ku Serhildana Qamişlo bû destpêka şoreşê û biratiya gelan.

Di heman çarçoveyê de, rûspiyê eşîra El-Tifêhîn ya Til Hemîs Silêman Mihemed Silêman wiha got: "Hişyariya gelê Kurd û Ereb rê li ber fitneyê venekir û hevgirtin û yekbûna wan zêde kir."

Her wiha diyar kir ku dirûşmên nijadperestî ku hezkiriyên tîma Fitûwê (Dêrazor) berz kirine, bi xwe siyasî bûn û plankirî bûn.

Rûspiyê eşîra El-Tifêhîn got: "Niha gelê Kurd û Ereb mil bi mil şer dikin da ku axa xwe biparêzin û tu cudahî di navbera me de tune ye."

(dx)

ANHA