Hebîb: Yekitiya dîrokî ya pêkhateyan hewldanên hikumeta Şamê têk birin

Hikmet Hebîb diyar kir ku têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de û projeya demokratîk a ku yekitiya pêkhateyan xurt kir, tevahî hewldanên parçekirinê têk birin.

Hebîb: Yekitiya dîrokî ya pêkhateyan hewldanên hikumeta Şamê têk birin
12 adar, 2021   05:17
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Dema maça futbolê ya di navbera tîma Cîhad a ji Qamişlo û Tîma Fituwê ya ji Dêrazorê de  ku di 12'ê Adara 2004'an de li bajarê Qamişloyê li dar ketibû, hikumeta Şamê hewl da fitneyê di navbera Kurd û Ereb de derxîne. Gelê Kurd li hemberî siyasetên hikumeta Şamê serî hilda, û 38 kes ji zarok, ciwan û jin şehîd bûn. Lê dîsa jî gelê Kurd li hemberî hikumeta Şamê serî netewand û planên wan têk birin.

Cîgirê Serokatiya Desteya Meclisa Sûriya Demokratîk Hikmet Hebîb axivî û got bûyera ku di 12`ê Adara 2004`an de çêbû ji bo her Sûriyekî heqîqeteke eşkere ye û ev yek nirxand: "Ji bo bajarê Qamişlo û Sûriyê bi giştî ew qonax qonaxeke zehmet bû, rejîma navendî û saziyên ewlekariyê yên girêdayî wê hewl dan ku di bin navên cuda de herêmê ber bi fitneyan û şerê kurdan û ereban ve bibin." 

Hikmet Hebîb piştrast kir ku bûyera 12`ê Adarê ji aliyê saziyên ewlekariyê ve hatibû plankirin da ku pêkhateyên herêmê bike armanc û got: "Dema birayên me yên Kurd hewl dan li hemberî van fitneyan bisekinin û şêwazê saziyên ewlehiyê yê ku di xwepêşandanan de bi kar anîn red bikin, ez bi xwe şahidekî wan xwepêşandanên aştiyane bûn û min bi çavên xwe dît ku çawa ew xwepêşandan bi zordariyê re rû bi rû ma."

Hebîb hin kiryarên ku saziyên ewlekariyê yên hikumeta Şamê li hemberî gelê Kurd bi kar anîn bi bîr xist û da zanîn ku saziyên ewlekariyê gule li xwepêşandandêrên aştiyane reşand, ji zarokan bigire û heta bi jin û xityaran di encamê de gelek gelê Kurd şehîd bûn.

ꞌŞOREŞA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ BERDEWAMIYA SERHILDANA 12`Ê ADARÊ YEꞌ

Hikmet Hebîb destnîşan kir ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama Serhildana 12`ê Adarê ya li hemberî rêbazên saziyên ewlekarî û desthilatên ku hewl dan pêkhateyên din paş guh bikin û herêmê bi şerekî demdirêj re rû bi rû bihêlin. Hebîb ev xal li axaftina xwe zêde kirin: "Rejîm ji beriya 40 salî ve hewldana parçekirina pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Sûryaniyan dike, da ku berdewamkirina hikumê xwe misoger bike û gelê Sûriyê jî xwe li projeya demokratîk a ku hêvî dikin negirin."  

Hebîb diyar kir ku zanebûna civakî û têkiliyên dîrokî yên di navbera gelê herêmê de armancên hikumeta Şamê têk birin û ev yek li gotina xwe zêde kir:"Ev zanîn û têkiliyan heta Şoreşa Rojava berdewam kir û bi rêya wê me karî projeya demokratîk a ku di pratîkê de pêk hat û ji aloziya Sûriyê re jî bû rêbazek, pêş bixin."

Hikmet Hebîb Serhildana Qamişlo bi destanekê wesif kir û îşaret pê kir ku ev serhildan bû nuqteya vehartinê ku êdî hemû gelê Sûriyê vê rastiyê dizanin. Hebîb got ew wekî Meclisa Sûriya Demokratîk û wekî pêkhateyekî Ereb wekî hemû gelê Sûriyê, têkiliyên dîrokî yên di navbera pêkhateyên herêmê de baş dizane, di  heman demê de tê digihêje ku sîstemên desthilat hewldana parçekirina pêkhateyên herêmê dikin.

Hebîb di berdewamiya gotina xwe de ev pirs kir:"Gelo çi sûcê sivîlên ku slogana ku pêwîstiya wan bi projeya demokratîk heye û şêwaziyê tundiyê ku heta niha berdewam dike, berz kir û bi guleyan re rû bi rû ma? Hikumeta Şamê her çi qasî MSD`ê ji bo diyalogan gav avêtibin jî, lê belê zimanê diyalogan red dike."

ꞌHIKUMETA ŞAMÊ JI BERIYA ÇEND MEHAN VE HEWLDANA ZINDÎKIRINA KÎNÊ DIKEꞌ

Cîgirê Serokatiya Desteya MSD`ê Hikmet piştrast kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mijara fitneyê ya ku hikumeta Şamê hewl dide derxîne, derbas kir û got: "Hikumeta Şamê bi rêya şerê taybet hewldana zindîkirina kînê dike û fikirî ku hêzên Ewlekariya Hundirîn hin taxên li bajarê Qamişlo û Hesekê dorpêç kirine, lê  me tax dorpêç nekirin, lê belê hin hêzên ku hewl didan bi rêbazên cuda sînaryoya 2004`an dubare bikin hatin dorpêçkirin." 

Hikmet da zanîn ku şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb û Suryan dikarin li hemberî sîstemên desthilat bisekinin, mînaka wê jî şerê li hemberî çeteyan meşandin û hewldana misogerkirina çareseriya demokratîk dikin da ku xwestekên gelê Sûriyê pêk werin.

Hikmet Hebîb ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ji sala 2004`an ve û heta roja me ya îro di aliyê zanînê de gelek guhartin çêbûn, di vê salê  de rastiya hikumeta Şamê ji her kesî re ne zelal bû, ku hewldana derxistina fitneyan dike û dixwaze şerê navxweyî li herêmê derxîne, lê belê bi saya têkiliyên dîrokî, xêrwazan, hin siyasetmedar û eşîrên ku xeteriya planan nas kirin ku  ne di çarçoveya bûyerên di navbera şêniyên Dêrazorê û Qamişloyê de ye, ev plan hate hilweşandin û ev kes heta roja îro têkoşîna xwe berdewam dikin."

Hebîb da zanîn ku ji dema Serhildana Qamişlo ve û heta roja me ya îro gelek guhartin çêbûn ji wan pêşketina di asta zanistê de, her wiha di pêvajoya Şoreşa Sûriyê de projeya demokratîk hate pêşniyarkirin û pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan di xendeqekê de cihê xwe digirtin û li hemberî hêzên terorîst sekinîn. Di Şoreşa Sûriyê de piştî saziyên ewlehiyê yên Sûriyê dev ji herêmê berdan û ji hêzên selefî yên wekî çeteyên Cebhet El-Nusra û piştre jî çeteyên DAIŞ`ê re hiştin, herêm veguhartî aloziyê.

Hikmet Hebîb îşaret pê kir ku  Rêveberiya Xweser di 2014`an de hate avakirin da ku pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryaniyan bizanibin ku tişta wan tîne cem hev ev welat e û welat jî her kesî hembêz dike, ji lew re her kes li projeya demokratîk, ewlehiyê û aramiyê geriya.

Hikmet Hebîb diyar kir ku projeya demokratîk a ku bi saya yekitiya pêkhateyan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin, hişt ku di nava vê projeyê de tevahiya pêkhateyên li herêmê bi azadî û demokratî bijîn û bi xwe biryarên xwe bidin.

Hebîb îşaret pê kir ku pêkhateyên herêmê baş dizane ku dijminê wan yek e û got:"Dema ku dewleta Tirk herêma Tirbespiyê yan jî herêmeke din ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir dike wê demê cudabûnê naxe navbera Kurd, Ereb û Suryaniyan, lê belê hewldana parçekirina Sûriyê dike û dema terorîst tê başûrê bersivê jî were cudabûnê naxe navbera Kurd û ereban."

ꞌPROJEYA DEMOKRATÎK DENDIKA YEKITIYA PÊKHATEYAN Eꞌ

Hikmet Hebîb bi domdarî got: "Pêkhateyên herêmê parastina hev û din kirin, şêniyên herêmên kurdî parastina herêmên erebî kirin û şêniyên herêmên ereban parastina Kobanê kirin û ev e yekitiya çarenûsê ya ku em behsa wê dikin."

Hebîb piştrast kir ku yekitiya kîjan pêkhateyî dibe bila bibe, ji bo yekitiya Sûriyê dê faktorekî sereke be û li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyêji bo hemû gelê Sûriyê hêviyteke û got: "Em ne tenê di herêmên xwe de difikirin, lê belê di hemû herêmên Sûriyê de difikirin û projeya demokratîk ne malê tu kesî ye ji wê zêdetir; milkê çi kesê ku fikirê neteweperestî derbas kiribe ye."

Hikmet Hebîb di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku projeya demokratîk dendika yekitiya pêkhateyan e û bi van gotinan bang li hemû pêkhateyên Sûriyê kir : " Projeya demokratîk projeya tevahiya Sûriyê ye, divê em ji şerê taybet ê ku gelek hêz li dijî gelê herêmê bi kar tîne, hişyar bin." Hebîb xîtabî şêniyên eşîran kir û got: "Projeya demokratîk berdewam bikin û hikumeta Şamê nikare bi hişmendiya xwe ya navendî demokratiyê pêk bîne."

(eh)

ANHA