​​​​​​​Rojnameyên erebî: DYA banga derketina çeteyan ji Lîbyayê dike

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa têkiliyên Tirkiye-Misirê, daxwaza DYA’yê ya derketina çeteyan ji Lîbyayê û aloziya aboriyê ya li Lubnanê kir.

​​​​​​​Rojnameyên erebî: DYA banga derketina çeteyan ji Lîbyayê dike
12 adar, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

‘JI BO TÊKILIYÊN MISIR-TIRKIYÊ GAZ Û PETROL JI KOMA ÎXWANAN GIRÎNGTIR IN’

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa xwenêzîkkirina dewleta Tirk ji Misirê û niyetên wê yên ne eşkere kir. Rojnameyê di wê derbarê de wiha nivîsî: “Di têkiliyên dewleta Tirk li hemberî Misirê de xuya bû ku dê dosyaya koma Îxwanan di dema pêş de ji wan re astengiyan dernexe û israrkirina Enqereyê ya pêkanîna lihevekirinên li ser gaz û petrola rojhilatê Deryaya Spî ji koma Îxwanan û hesabên wan girîgtir e û dê tiştek nekare asteng bike.

Dewleta Tirk di wê derbarê de, daxuyaniyên wezîrên karên derve, berevaniyê û berdevkê serokê dewletê yên beriya çend rojan bes nedîtin û li ser asta partiya xwe nameyeke nû şand. Di nameyê de tê destnîşankirin ku saziyan serokatiyê û saziyên leşkerî, siyasî û partiyetî amade ne ku şaşiyên bi Qahîreyê re rast bikin.

Fermandariya Tirkiyê hewl dide ji nû ve xwe bi cih bike. Di wê derbarê de berdevkê partiya AKP`ê Omer Çelîk roja sêşemê diyar kir ku têkiliyên xurt ên bi Misirê û gelê wê re xwedî dîrokeke kevn in û nivîsandina dîroka herêmê bêyî hevkariya Misirê ne pêkan e.

Her wiha hate diyarkirin ku rewşeke nû li Deryaya Spî heye û dînamîkiya mezin ku der barê bikaranîna berhemên xwezayî de derketiye, li ser welatên xwedî beravên hevbeş ferz dike ku têkiliyên xwe xurttir bikin û bigihêjin formên hevbeş.

Çavdêr destnîşan dikin ku Enqere êdî ji piştevaniya Îxwanan û tundrawan bêhtir girîngiyê dide gaz û petrolê, ji ber ku ji ber destekdayîna wê ya ji bo Îxwanan têkiliyên wê bi gelek welatan re xirab bûn, dibe ku rêveberiya nû ya Amerîkayê jî hin dozên girêdayî vê piştgiriyê di demekê de veke.”

‘WASHINGTON DIXWAZE ÇETE “YEKSER” JI LÎBYAYÊ DERKEVIN’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî behsa xwesteka Amerîka ya derketina çeteyan ji Lîbyayê kir û wiha got: “Rêveberiya serokê nû yê Amerîkayê Jeo Biden banga parastina dengên erênî yên ji bo erêkirina hikumeta nîştimanî ya demkî ya Lîbyayê ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe kir. Her wiha xwest peymana agirbestê “bi temamî” bê pêkanîn û hemû hêzên biyanî û çete “yekser” ji welêt derkevin. NY`yî jî bang li fermandariya nû kir ku xwe ji bo pêkanîna hilbijartinên giştî yên di 24`ê Kanûna bê de, amade bike.”

‘DEMA ALOZIYA SOTEMENIYÊ DERDIKEVE, WELATIYÊN LUBNANÊ BERÊ XWE DIDIN KU?’

Rojnameya El-Nehar jî behsa aloziya aborî ya li Lubnanê kir û got: “Di rojên dawîn de hemleyên zextê ji aliyê partiyên ku zêde serweriyê li welatiyan dikin ve zêde bû, ku ji bo nerazîbûna xwe li ser rewşa jiyanî nîşan bidin, ji bilî vegera li tevgerên gel li seranserê welêt rêyeke din nedît.”

(cx)