Li Mexmûrê şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn

Li Wargeha Mexmûrê şehîdên Serhildana Qamişloyê bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn. Di daxuyaniyê de hat gotin îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya giyanê berxwedêr yê gel û bi saya lehengiya keç û xortên canfeda, bi hezaran kîlometre axa pîroz ji dijminên gelê Kurd hatiye rizgarkirin.

Li Mexmûrê şehîdên Serhildana Qamişloyê hatin bibîranîn
12 adar, 2021   09:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdên Serhildana Qamişloyê li Saziya Malbatên Şehîdan bi daxuyaniyêkê hat bibîranîn. Beriya ku daxuyanî were xwendin ji bo tevahi Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştre daxuyanî ji aliyê mamosta Neşat Kara ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Îro 17 sal li ser Serhildana Qamişloyê derbas dibe. Kurdên Rojavayê Kurdistanê weke Kurdên parçeyên din, herdem ji bo mafên xwe yên rewa û nasnameya xwe ya Kurdewarî serî li rêbazên cûda yên serhildan û berxwedanan dane. Mirov dikare bûyera li Qamişloyê weke yek ji serhildanên gelê Kurd bi nav bike. Çawa ku Sedam Hisên li Helepçe, Kenan Evren li zindanên Amedê û Xomeynî li ser gelê Rojhilat zext, zorî, çewisandin û qirkirinên cûr be cûr pêk dianîn, Beşar El-Esad jî bi heman hişmendiyê li ser gelê Qamişloyê, qirkirin pêk anî.

Weke Meclîsa Gel ya Mexmûrê em şehîdên Qamişloyê bi rêzdarî bibîrtînin û di kesayeta şehîdên Qamişloyê de, em bejna xwe li beramberî şehîdên şoreşa Rojava û hemû şehîdên têkoşîna azadiyê ditewînin. Îro li Rojavayê Kurdistanê bi saya giyanê berxwedêr yê gelê me û bi saya lehengiya keç û xortên canfeda, bi hezaran kîlometre axa pîroz ji dijminên gelê Kurd hatiye rizgarkirin. Weke gelê Mexmûrê em careke din şehîdên Qamişlo bi bîr tînin, hêz û sîstemên tarî yên li pişt vê komkojiyê şermezar dikin û sîstema Rojavayê Kurdistanê ya îro bi saya şehîdan hatî damezrandin ji dil û can silav dikin.”