​​​​​​​Çiya Kurd: Civîna sêalî hewldaneke pûç a rizgarkirina hikumeta Şamê ye

Bedran Çiya Kurd diyar kir ku Rûsya, dewleta Tirk û Qeter hewl didin hikumeta Şamê ji rewşa wê ya hundirîn û derve ya aloz rizgar bikin. Her wiha destnîşan kir ku nîqaşkirina dosyaya Sûriyê û aloziya gelê Sûriyê li gorî ajandeyên derve dê aloziya heyî çareser neke, berovajî dê kûrtir bike û dê xizmeta çareseriya siyasî li Sûriyê neke.

​​​​​​​Çiya Kurd: Civîna sêalî hewldaneke pûç a rizgarkirina hikumeta Şamê ye
12 adar, 2021   09:35
 NAVENDA NÛÇEYAN

Duh bi civîneke çapemeniyê ya hevbeş a Rûsya, dewleta Tirk û Qeterê piştî civîna wan a li paytexta Qeter Dewhayê, Lavrov ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê Tirkiyê û Qeterê re li ser şerê li dijî “hewldanên cudakariyê li Sûriyê” li hev kiriye û îşaret bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku herêmên xwe bi rêya Rêveberiya Xweser bi rê ve dibin, kiribû.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd tekez kir ku hevdîtina sêalî ya wezîrên karên derve yê her sê dewletan bi taybet piştî têkçûna rêbegeha Astanayê û dan û standinên komîteya Destûrê ya li Cinêvê, pêk tê.

Çiya Kurd destnîşan kir ku ew “hewldanên pûç” ên rizgarkirina rejîma Sûriyê ji rewşa wî ya hundirîn û derve ya aloz in. Her wiha îşaret bi têkçûna aboriyê ya li herêmên hikumeta Şamê, dûrxistina Îranê ji dosyaya Sûriyê ya ji ber zextên DYA û Îsraîlê û hedefgirtina nuqteyên Îranê di demên dawîn de, kir.

Têkildarî ketina Qeterê li ser xeta aloziya Sûriyê bi awayekî eşkere, Çiya Kurd got: “Hikumeta Şamê êdî welatên Ereban ber bi xwe ve dikişîne, bi taybetî Qeter ku roleke neyînî di dosyaya Sûriyê de lîst.”

Çiya Kurd diyar kir ku ev hewldaneke îqnakirina welatên Ereban ji bo vegerandina rejîma Sûriyê li cîhana erebî û dagirtina cihê wê di Komkara Erebî de ye.

Çiya Kurd destnîşan kir ku Rûsya hewl dide bi rêya Sûriyê têkiliyên berfirehtir û bihêztir bi welatên Ereban re çêke û destnîşan kir ku di heman demê de dewleta Tirk dixwaze li ser hesabê gelê Sûriyê têkiliyên xwe bi welatên Ereban re sererast bike û swerweriya xwe li herêmê berfirehtir bike.

‘EW HEWLDAN DÊ HEMÛ BINKEFTÎ BIN’

Çiya Kurd wiha axaftina xwe domand: “Dema ku armanc hedefgirtina parçeyekî din ê gelê Sûriyê be ku herêmên xwe bi hemû pêkhateyan bi rê ve dibe û dema daxuyaniyên derew û bêbingeh di dawiya her civînekê de didin û dibêjin ku Rêveberiya Xweser projeyeke cudakariyê ye û gefê li ewlehiya neteweyî ya Tirkiyê dixwe, dê ew hewldan hemû binkeftî bin.”

Çiya Kurd tekez kir ku ew lihevkirin li ser berjewendiyên hevbeş e ji bo şerê li dijî gelê Sûriyê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Çiya Kurd her wiha daxuyand ku rastiya projeya Rêveberiya Xweser her tim berovajî wê yekê nîşan dide û wiha dewam kir: “Tekez dibe ku projeyeke demokratîk û nîştimanî ya Sûriyê ye û hemû pêkhateyên herêmê beşdar bûne. Ev delîleke berbiçav e ku ew proje ne projeyeke cudakariyê ye.”

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd, behsa bûyerên li bajarê Efrînê yê dagirkirî jî kir û diyar kir ku li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de, siyaset û perspektîfên cudakariyê bi awayekî zelal pêk tên û wiha lê zêde kir: “Ew yek bi rêya koçberkirina Kurdên resen, bicihkirina tundrawan li şûna wan û avakirina avahiyên niştecihbûnê li Efrînê ya bi fînansekirina Qeterê pêk tê, wekî ku Îsraîl li erdên Ereban ên dagirkirî wê yekê dike.”

‘XIZMETA ÇARESERIYA SIYASÎ NAKE’

Çiya Kurd destnîşan kir ku nîqaşkirina dosyaya Sûriyê û azarên gelê Sûriyê li gorî ajandeyên derve, dê aloziya heyî çareser neke, berovajî wê dê kûrtir bike û got: “Ew xizmeta çareseriya siyasî li Sûriyê nake.”

Çiya Kurd her wisa banga yekkirina hewldanên navneteweyî li gorî biryara 2254`an a NY’yê, di ber çavan re derbaskirina hemû mekanîzmayên dan û standin û diyalogan kir. Her wiha tekez kir ku di çareserkirina aloziya Sûryê ya di çarçoveya hewldanên navneteweyî de, roleke aktîftir ji welatên Ereban tê xwestin.

Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de bang li Rûsyayê kir ku bi berpirsyariyên xwe yên dîrokî li hemberî gelê Sûriyê bê cudahî rabe û ji bo pêşxistina diyalogên sûrî-sûrî li gorî nêrîneke siyasî ya demokratîk kar bike. Çiya Kurd tekez kir ku dê ew yek bibe çareseriya rastîn a aloziya Sûriyê.

(cx)

ANHA