Çotkar: Pêwîstiya hilberînên me bi avê heye

Cotkarên ji bajarokê Hecînê dan zanîn ku dewleta Tirk a dagirker av wekî çekekê xistiye destên xwe û li dijî gelên herêmê bi kar tîne. Her demekê avê li ser herêmê dibire. Her wiha bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li dewleta Tirk bike da ku li gorî qanûnên navneteweyî tev bigere.

Çotkar: Pêwîstiya hilberînên me bi avê heye
12 adar, 2021   09:16
DÊRAZORÊ

Dewleta Tirk li hemberî gelê Sûriyê dijminatiyê berdewam dike. Lê şêwazê herî hov ku di her demekê de serî lê dide; qutkirina ava Firatê û bêparhîştina Sûriyê ji avê ye. Qutikirina avê dibe sedema aloziyên mirovî û bandora wê li hezaran malbatên dibe ku debara wan li ser çemê Firatê ye. Ger dewleta Tirk qutkrina ava Firatê berdewam bike, herêma Firatê wê bi karesateke mirovî re rû bi bû bimîne û dê bandorê li hemû herêmên din ên Sûriyê jî bike.

Cotkarên bajarokê Hecînê yê rojhilatê Dêrazorê di derbarê kêmbûna rêjeya ava Firatê de gazinên xwe anîn ziman û diyar kirin ku ji ber kêmbûna ava çem hilberînên wan zêde nayên avdan û dibe ku di encamê de hilberînên demsala Zivistanê ji genim û ceh dê zirareke mezin bibînin.

ꞌPÊWÎSTIYA HILBERÎNÊN ME BI AVÊ HEYEꞌ

Cotkarê bi navê Hemed El-Elî da zanîn ku piştî QSD`ê herêm rizgar kirin, rewşa qada çandiniyê ya herêmê pir baş bû û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji nû ve koperatîfên çandiniyê yên avdanê bi pêş xistin û bi rêya bîran barên cotkaran sivik kir.

Hemed El-Elî diyar kir ku ger rêjeya ava Firatê bi vî rengî bimîne dê projeyên wan ên çandiniyê bi ser nekevin, ji ber ku dê hemû stasyonên avdanê werin rawestandin û pêwîstiya hilberînên wan bi avdanê heye.

ꞌDIJMINAYÎ KEVIN Eꞌ

Hemed bal kişand ser mijara dijminatiya dewleta Tirk a li dijî gelê Sûriyê ku ji dema artêşa Osmanî ve ye û ev xal diyar kir: "Dewleta Tirk hîn jî heman rêbazî dide meşandin ango şerê debara jiyana gel dike.  Mijara avê jî yek ji mijarên ku pê şerê gelê Sûriyê dike ye. Em ji dema ku dewleta Tirk Sûriyê dagir kiriye û zêdetirî 400 sal xistiye bi serweriya xwe, hemû xêr û bêrên wê talan kirine û nehîtiye şêniyên wê bi pêş bikevin ve, wekî dijminê xwe dibînin."

Li aliyekî din jî cotkarekî ji gundê Hewamê yê nêzî bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê Fadil El-Dilêmî jî axivî û got ji ber ava Firatê kêm bûye, serê sedî 65 çandinî bi paş ketiye, beriya niha hilmijên avdanê bi hezaran hektarên herêmê av dida û av dida rûberên dûr jî, lê niha pirraniya wan naxebitin.

Hemed û Fadil bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên  mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin, peymanên ku têkildarî para Sûriyê ya ji ava Firatê mohr kiriye, bi cih bînin û bi sed hezaran malbatan ji xeteriya mûhteml rizgar bikin.

Peymanên navneteweyî yên ku di 1987`an hatine mohrkirin, paşguh dike. Peyman îşaretê pê dike ku divê di çirkiyekê de 500 metrekab av were berdan, lê belê dewleta Tirk tenê 200 metrekab dide Sûriyê û Iraqê.

 

Sûriyê di 1994`an de ji bo garantiya mafên gelê Sûriyê û Iraqê yên di ava Firatê de li gel NY`yê peyman bi dewleta Tirk re mohr kir.

Dewleta Tirk li ser ava Firatê ku dirêjahiya wê di erdê wê de derdora hezar û 176 km,  22 bendav ava kirin, her wiha ji mezintirîn bendav jî bendava Atatirk a nêzî sînorê Sûriyê ye û 19 stasyonên hîdrokehrebe ava kirin.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L-yfg15DR2E" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>