'Armanca serdana El-Herîrî pêkanîna komployeke nû li dijî kurdan e'

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê got, armanca ji serdana Nesir El-Herîrî ya ji bo Başûrê Kurdistanê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e û hewldanên avakirina yekitiya kurdî ye.

'Armanca serdana El-Herîrî pêkanîna komployeke nû li dijî kurdan e'
12 adar, 2021   01:37
ŞEHBA-LÎNDA ŞÊX

Di 2`yê Adarê de "Îtîlafa Niştimanî ya Sûriyê" Nesir El-Herîrî û şandeyeke xwe serdana herêma Başûrê Kurdistanê kir û bi Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî re civiya. Gelê Kurd nerazîbûn nîşanî vê yekê da.

Di vê der barê de endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Eyşê Mehmûd ji ajansa me re axivî û got hevdîtina di navbera Nesir El-Herîrî û Mesûd Barzanî ya li Başûrê Kurdistanê de bi armanca pêkanîna komployên nû yên li dijî gel e, nexasim gelê Kurd û derbekirina projeya Rêveberiya Xweser e.

ꞌSERDANA NESIR EL-HERÎRÎ DESTEKÊ DIDE ARTÊŞA TIRKꞌ

Têkildarî armanca serdanê Eyşe Mehmûd got, armanca îtîlafê ji serdanê ew e ku Rojava bixin dorpêçeke tengav û rûbereke mezintir, nemaze herêmên ku Kurd lê hene, dagir bike û wiha domand: "Teqez planên wan dê bi ser nekevin, ji ber ku gel van planan red dike,  gelê Kurd xwedî rêgez e dê li hemberî projeyên xiyanetê bisekinin û bi rêya yekitiya mala kurdî ya li her 4 parçeyên Kurdistanê dê van planan bi dawî bike. Hevdîtina di navbera El-Herîr û Barzanî de ji bo derbekirina yekitiya Kurd e, lê bi yekitiyê em ê xiyanetê ku yekitiya kurdî di pêvajoya dîrokê de pê re rû bi rû dima bişkînin."

ꞌXIYANETA ÎTÎLAFÊ NE TIŞTEKÎ NÛ YEꞌ

Eyşe Mehmûd pêşwazîkirina Barzanî ya ji Nisir El-Herîrî re rexne kir û got: "Divê Barzanî li xwe û li dîroka kurdan vegere."

Eyşe Mehmûd ev yek li gotina xwe zêde kir: "Bê guman Erdogan dijminek e û li dijî gelê Kurd û gelên din tevahiya sûcên hovane pêk tîne, di heman demê de Îtîlaf jî ji bo rûyê xwe spî bike û hebûna xwe ya li Efrînê rewa bike, alîkariyê dide wî,  isbata vê yekê jî dagirkirina bajarê Efrînê û sûcên ku li wir tên kirin, nexasim ên li dijî jinan."

Endama Koordînasyona Kongreya Star a kantona Efrînê Eyşe Mehmûd di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xiyaneta Îtîlafê ne tiştekî nû ye û dîrok şahida sûcên dagirkeriya Tirk e.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/y27vGwbTraQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>