QSD: Girtina kesan berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê ragihand ku Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor îdia dike ku QSD`ê sê nûçegihanên wan girtine. QSD`ê destnîşan kir ku tu têkiliya wan bi girtina van nûçegihanan re tune ye.

QSD: Girtina kesan berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e
12 adar, 2021   07:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor beriya demekê daxuyaniyek belav kiribû û tê de idîa kiribû ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) 3 rojnamevan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine.

QSD`ê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermî ya twitterê bi zimanê îngilîzî belav kir û tê de diyar kir ku ev idîa ne rast e û wiha dewam kir: " Mijarên bi vî awayî yên girtinê berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn e."

Daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

“Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor di daxuyaniyeke xwe de ku di 8`ê Adarê de li ser malpera xwe  weşandibû got: QSD`ê 3 rojnamevan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine.

Em weke hêzeke leşkerî tekez dikin ku QSD`ê ne berpirsê ferzkirina qanûnan e û bikaranîna qanûnan li dijî kesan ne karê me ye.

Karê qanûnên di derbarê kesan de li Bakur û Rojhilatên Sûriyê berpirsyariya saziyên dadê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî Rêveberiya Xweser in. Tu têkiliyên hêzên me bi dozên girtinê yên ku Rêxistina Nûçegihanên Bê Sînor idîa kiriye tune ye.”

(şx)

ANHA