ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-02-2021
13 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê merasîmê bîranîna 11 şehîdan li Hola Nadî Siyahî li dar dixe, saet 10:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Çalakiya kon a Tevgera Ciwanên Şoreşger a Dêrikê di roja duyemîn de didome, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolîner û Akademîsyenê Aborî Dr. Mihemed Şewqî li ser girîngiya geşkirina projeyên biçûn û navîn li herêma Cizîrê semînerekê li hola Zanîngeha Rojava a bajarê Qamişlo dide, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê gotin, rêber Abdullah Ocalan fîzîkî girtî ye, lê fikirê wê azad û piştrast kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikirê rêber Ocalan li ser erdê pêk tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parêzer Ozgur Faik Erol diyar kir ku pergala Îmraliyê li ser şertên tecrîdê hatiye avakirin û li Tirkiyê ji bo her rûdaneke siyasî û hiqûqî êdî tê gotin ‘Gelo ev rewş dê bandoreke çawa li Îmraliyê bike’ û destnîşan kir ku divê ev pergal ji holê bê rakirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hekem Xelo bang li PDK’ê kir ku beşdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Garê nebin û bang li gelê Kurd kir ku piştgiriya berxwedana HPG’ê bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Serokê Desteya Edîtorî ya Kovara Şerq El-Ewset El-Demokratî Selah Muslem got, rewşa çapemeniyê ya niha krêt e, divê hikumeta Başûrê Kurdistanê ji çapemeniyê netirse û li gorî qanûnê tev bigere. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rûspiyê êla El-Hews şêx Deham El-Şiblî got êrişa li dijî Garê li ser tevahiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xeter e. Her wiha îşaretpê kir ku ev êriş bi hevkariya Iraq û Başûrê Kurdistanê pêk hat. El-Şiblî bang li rûspiyên êlên Kurd û Ereb ên li Iraqê kir ku li hemberî dewleta Tirk a dagirker û hewldanên wê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyan Qamişlo gotin, HPG`ê hêza tekane ye ku dikare dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê derxe. Her wiha bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re berde. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên navçeya Amûdê gotin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê du rûyên yek diravî ne, armanca wan belavkirina fitne û têkbirina îradeya jinan e." Jinan diyar kirin ku berdêl çi dibe bila bibe ew dest ji projeya xwe bernadin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA