Parêzerê rêber Abdullah Ocalan: Divê pergala Îmraliyê ji holê bê rakirin

Parêzer Ozgur Faik Erol diyar kir ku pergala Îmraliyê li ser şertên tecrîdê hatiye avakirin û li Tirkiyê ji bo her rûdaneke siyasî û hiqûqî êdî tê gotin ‘Gelo ev rewş dê bandoreke çawa li Îmraliyê bike’ û destnîşan kir ku divê ev pergal ji holê bê rakirin.

Parêzerê rêber Abdullah Ocalan: Divê pergala Îmraliyê ji holê bê rakirin
13 sibat, 2021   05:58
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Ozgur Faik Erol bang li CPT û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kir ku helwesta xwe ya li hemberî tecrîda li Îmraliyê xuya bike. Erol got rewşa heyî ne ya qebûlkirinê ye û diyar kir ku di nava pergaleke demokraîtk de hebûna  girtîgeheke wekî ya Îmraliyê, ne mimkûn e.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Faîk Erol bêhiqûqiya 21 salan a li Îmraliyê ya li hember rêber Abdullah Ocalan û bandora wê ya navneteweyî, ji ANHA’yê re nirxandin.

Komploya Navneteweyî 21 sal li pey xwe hiştin. Di aliyê hiqûqî de armanca komployê çi bû û çi bi vê yekê guherî?

Sedsala 20’an bi qasî pêşketinên dînamîk, afirîner û wêranker ên dîrokê, dê bi pratîkên herî komploger ên navneteweyî jî were zanîn. Di vê sedsalê de beriya 21 salan komplogeriyek çêbû ku hema hema li 3 parzemînan pêk hat. DYA’yê komplo plan dikir û bi rê ve dibir, lê divê neyê jibîrkirin ku Brîtanya, Almanya, Hollanda, Yewnanistan, Rûsya û gelek dewletên din ên Ewropayê jî bêyî şert tev li vê pêvajoyê bûn. Wan sînor girtin, hatin û çûn asteng kirin û birêz Ocalan mecbûr kirin ku derbasî Kenyayê bibe.

‘YEWNANISTAN Ê DAXWAZA PENABERIYÊ NE QEBÛL KIR, NE JÎ RED KIR!’

Vê helwestê du encamên zelal bi xwe re anîn: Hemû nasname û rola siyasî li aliyekî, di şexsê birêz Ocalan de jiyana mirovekî xistin xetereyê û azadiya wî ji dest hat girtin. Herî dawî li Yewnanistanê di nameya serlêdanê ya ji bo rayedarên hikumetê de, daxwaza penaberiyê ne wek daxwaza siyasî, wek mafekî mirovî û jiyanî kir û ji wan xwest ka dê vê daxwazê qebûl bikin an na û li gorî bersivekê bidin. Yewnanistanê ew daxwaza penaberiyê ne qebûl kir, ne jî red kir. Heçku serlêdaneke wisa nehatiye kirin, tev geriya. Heke qebûl bikira, diviyabû parastina qanûnî jî dabîn bikira. Heke daxwaza penaberiyê red bikira jî, vê carê jî li gorî Peymana Dublînê dihate xwestin ku birêz Ocalan radestî Îtalyayê bê kirin, welatê ku di serî de daxwaza penaberiyê lê kiribû. Prosedura hiqûqî ya navneteweyî wiha bû. Lê Yewnanistanê serlêdan binkaş kir û birêz Ocalan xist xefikeke ku heta biçe Kenyayê û ji wir jî ber bi Îmraliyê ve were birin. (Paşê derket holê ku serlêdana nivîskî di qeydên îdarî de heye û niha li DMME’yê li ser vê mijarê li dijî Yewnanistanê dozek didome.)

Encama duyemîn a komployê jî ji holê rakirina nîqaşa siyasî û bingehên çareseriyê yên li ser bingeha diyalogê ya pirsgirêka Kurd e û hebûna birêz Ocalan a li Ewropayê jî dê bandoreke erênî li vê yekê bikira. Di sala 1999’an de banga serokwezîrê Îtalyayê D'alema ya ji bo konferanseke navneteweyî ya bi armanca çareseriya pirsgirêka Kurd, ji aliyê welatên Yekitiya Ewropayê ve hatibû astengkirin. Em dikarin bibêjin ku ev siyaseta hêzên navneteweyî ji ber helwestên dijber ên Kurd û Tirkan ên li Rojhilata Navîn bûn û heta dixwestin ku ev dijberî berdewam bike.

Hûn pratîkên derhiqûqî yên 21 salan ên li Îmraliyê çawa dinirxînin? Armanca ji vê yekê çi ye?

21 salên Îmraliyê wek sîstema di nava şert û mercên giran ên tecrîdê de hat avakirin. Ji ber domdarî û disîplîna wê, ji bo Îmraliyê pergala tecrîdê tê gotin. Pratîkên ewlekarî û îdareyê yên li Îmraliyê tên nîşandan, li tevahiya Tirkiyê wek teknîkeke rêveberiyê ne. Em her dem vê yekê vedibêjin. Du aliyên vê yekê hene:

Her pêşketineke siyasî û hiqûqî ya li Tirkiyê ji fîltreya "Ev yek çawa bandorê li Îmraliyê dike?" derbas dikin. Wek mînak têkildarî efûya ku ji xwendekaran re bê derxistin, dema ku awayên înfazê yên girtiyan ji nû ve hatin nirxandin, bi biryarên DMME'yê re ji nû ve darizandin pêk bê û hwd. Ya duyemîn jî, piştî demekê bi sekinandina hiqûqê li Îmraliyê re, li dijî  tevahiya civakê dest bi berfirehkirina vê yekê kirin. Qedexeyên parêzeran û qeydkirina hevpeyvînan mînakên wiha ne û ya girîngtir jî, bingeha formeke hiqûq û rêveberiyê ye ku qedexeyên li dijî civakê li ser sîstema tecrîdê ya Îmraliyê bi berfirehî şîrove dike.

‘BÊGUMAN MUAMELEYEKE DERVEYÎ MIROVAHIYÊ YE’

Di vê sîstematîkê de qedexekirina hevdîtinên parêzer û malbatê bi giştî, qonaxa herî bêperwa ya sîstema tecrîdê ya Îmraliyê ye. Bêguman tecrîd ji sala 1999'an ve her tim heye û hema mîna qanûnekê ye. Lê belê ji Nîsana 2015'an ve serdana girava Îmraliyê û têkiliyeke herî biçûk jî bi sedemên awarte ve girêdayî ye. Bo nimûne, du têkilî (ziyareteke malbatê, telefonek) di sala 2020’an de, yek ji ber şewata li giravê û ya din jî ji ber pandemiyê bû.

CPT’yê ji sala 1999'an ve 8 serdanên cuda li girtîgeha Îmraliyê kirine. Rayedarên CPT’yê ji bo serdanên cuda yên di navbera 11 û 25'ê Çileyê de li Tirkiyê bûn. Lê belê wekî ku we di daxuyaniya xwe de diyar kir, ew neçûn serdana rêber Abdullah Ocalan. Hûn vê nêzîkatiyê çawa dinirxînin?

Ev rewşa muameleya dermirovî, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye û dikeve qada mudaxeleya CPT'yê. Di rastiyê de CPT’yê jî di rapora 2019'an de rewşa Îmraliyê anî ziman. Encamên CPT'yê yên di rapora 2019'an de girîng in; her wiha tê dîtin ku hincetên ku ji bo tecrîdê wek sedem tên çêkirin jî, cidî nayên dîtin. Di nava 14 rojan de rêzeserdanên li girtîgehê û peywendiyên fermî kirin. Tê fêmkirin ku Îmralî ne di nava van serdanan de ye. Di daxuyaniyên rayedarên CPT'yê de gelek caran dibêjin erkên wan sînordar in. Wek saziyeke Konseya Ewropayê, em nafikirin ku daxwazek ji CPT'yê hatiye kirin ku ji erka wê derbas dibe. Di rastiyê de em vedigerin tiştên ku em behsa awayê beşdarbûna dewletên Ewropayê di pêvajoya komployê de dikin, em nikarin bibêjin ku CPT û DMME wek saziyên Ewropayê bi temamî ji vê pratîka siyasî dûr in.

 ‘HEKE HÛN QEBÛL NAKIN, DIVÊ HÛN HIQÛQÊ BIXEBITÎNIN’

Bendewariya ji van saziyan ew e ku hiqûqa xwe bi cih bînin! Niha Tirkiye endama Konseya Ewropayê ye û di nava sînorên Konseya Ewropayê de girtîgehek heye ku 9 sal e serdana parêzeran lê qedexe ye, hemû ragihandin bi mehan û salan tên rawestandin û çûn û hatin qedexe ye. Hûn vê qebûl dikin? Eger hûn sîstema Îmraliyê qebûl dikin, bi awayekî fermî qebûl bikin; hûn ê biryara xwe bidin û ji tevahiya cîhanê re ragihînin. Na heke hûn qebûl nakin, divê hingê hûn hiqûqê bixebitînin, hûn bibêjin em hebûna vê pergalê qebûl nakin. Em dikarin bibêjin ku helwesta Yewnanistanê ya ji bo serlêdana penaberiyê di şertên Îmraliyê de tê domandin.

‘NEÇÛNA ÎMRALIYÊ TERCÎHEKE CPT’YÊ YE’

Bi vî rengî em wate û qîmeta pratîkî ya ku CPT di dema serdana Tirkiyê de çû Îmraliyê yan na, dibînin. Em nabêjin bila CPT tenê bi Îmraliyê ve girêdayî be. Lê belê CPT dizane ku ji Nîsana 2020'an ve têkilî bi Îmraliyê re nehatiye kirin. Her wiha ev salek e destûr nayê dayîn ku parêzerek, malbat an jî heyeteke sivîl biçe giravê. Di vê rewşê de heyeta CPT’yê yekane heyet e ku dikare muwekîlên me yên li Îmraliyê bibîne, bi wan re biaxive û li ser rewşa wan xwedî agahî be. Tevî ku vê yekê dizanin jî, tercîha wan neçûn bû.

Bêhiqûqiya li hemberî muwekîlê we di qada navneteweyî de çawa tê dîtin?

Me destnîşan kir ku sîstema navneteweyî ya dewletan bi polîtîkayeke berfireh a komplo û tecrîdê re li dijî birêz Ocalan helwest nîşan da. Lê helbet qada navneteweyî ne tenê ji sazî û rêxistinên girêdayî dewletan pêk tê. Her wiha qada navneteweyî ya gelan, civakan, rêxistin û civakên serbixwe ye ku ji têkiliyê û nakokiyên dewletan cudatir e. Em dibînin ku eleqeya ji bo Ocalan di vê qadê de gelekî mezin bûye. Ya ku ji bo me bi rastî jî bi nirx û watedar e, em dizanin ku muwekîlê me wisa difikire. Em her tim di civînên navneteweyî û peyamên digihêjin ofîsa me de şahidiya vê yekê dikin. Di sala 2020'an de em dizanin ku însiyatîfên bibandor ên wekî kampanya azadiyê ya ji aliyê sendîkayên karkeran ên li Brîtanyayê ve hatiye destpêkirin, deklarekirina hemwelatîbûnê  ya meclisên şaredariyan ên li Îtalyayê, nameya dadgerên ji Afrîkayê ji NY’yê re û hwd. Wekî ku di êrişên leşkerî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên sala 2019'an de tê dîtin, berjewendî û bersiva civaka sivîl a navneteweyî û gelan roleke bibandor dilîze.

Wek gotinên dawîn hûn dixwazin tiştekî din lê zêde bikin?

Bidawîkirina tecrîdê, ji daxwaza me ya timî wêdetir, rêgeha bingehîn a hemû xebatên me yên hiqûqî ye. Lê belê em nikarin bidawîbûna tecrîdê bi pêkneanîna hevdîtinên malbat û parêzeran ve girê bidin û em nikarin bêjin ku eger ev pêk were, dê tecrîd bi dawî bibe. Ya esasî, bêtehemuliya sîstema Îmraliyê ye. Hebûna pergaleke bi vî rengî, zindaneke bi vî rengî, di nava sîstema demokratîk de nayê qebûlkirin. Ji ber vê yekê, em bi awayekî zelal dibînin ku alternatîfa tecrîdê tekuzkirina şert û mercên tenduristî û azadiyê yên muwekîlê me ye û em timî vê daxwazê dikin.

ANHA