`Berxwedana gerîla berxwedana gelê Kurd e`

Şêniyan Qamişlo gotin, HPG`ê hêza tekane ye ku dikare dewleta Tirk a dagirker ji Kurdistanê derxe. Her wiha bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk a dagirker re berde.

`Berxwedana gerîla berxwedana gelê Kurd e`
13 sibat, 2021   02:44
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Nerazîbûnên li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdsitanê didomin.

Dewleta Tirk di çarçoveya rêzeêrişên xwe yên li dijî xaka Kurdistanê de di 10`ê Sibatê de êriş li dijî herêma Garê da destpêkirin.

Şêniyên Qamişloyê êrişên dewleta Tirk ên domdar ên li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê şermezar kirin. Her wiha dan xuyakirin ku êrişên li dijî Garê û yên li dijî Rojava berdewama projeya dagirkirina Kurdistanê ye.

`Ê KU RÊ DA VÊ ÊRIŞÊ, AJAN E`

/kr/uploads/files/2021/02/12/205721_-.webp

Talal Elî El-Hîso diyar kir ku dewleta Tirk ji êrişan armanc dike ku her projeyeke kurdî û doza kurd tune bike û wiha got: "Ê ku pêkanîna van êrişan hêsan dike  ajanê dewleta Tirk e. Li Başûrê Kurdistanê saziyên Tirk hene û leşkerên istixbarata Tirk bi hêsanî di nav de digerin."

Telal El-Hîso banga xurtkirina têkoşînê li hemberî dewleta Tirk û derxistina dagirkeran ji herêmê kir.

El-Hîso destnîşan kir ku dewleta Tirk bê ku berxwedanek li hemberî wî bê kirin, gihaşt sînorên Dihokê û pirsî; Gelo çima hikumeta Başûrê Kurdistanê bêdeng e? El-Hîso diyar kir ku gerîla hêviya tekane ya gelê Kurd e ku ji dagirkeriya Tirk xilas bibin. Ji ber ku gelê Kurd baweriya xwe bi hêzên li Başûrê Kurdistanê winda kir.

/kr/uploads/files/2021/02/12/205758_-.webp

Ji aliyê xwe ve Ferhan Hiso got, yekitiya Kurd rêya tekane ya bidawîkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî axa Kurdistanê ye û bang li ciwanan kir ku bibin yek û li hemberî êrişên li dijî Kurdistanê li ber xwe bidin.

/kr/uploads/files/2021/02/12/210021_-.webp

Feysel Ebdulfetah banga pêkanîna yekitiyê li hêzên kurdî kir.

`DIVÊ CIWANÊN KURD BERÊ XWE BIDIN GARÊ`

/kr/uploads/files/2021/02/12/205822_-.webp

Viyan Yûsif bang li ciwanên Kurd kir berê xwe bidin çiyayên Garê, piştgiriya berxwedana gerîla bikin û li hemberî dewleta Tirk bisekinin.

/kr/uploads/files/2021/02/12/205852_-.webp

Wedha Hesê Şêxmûs jî got, berxwedana gerîla li çiyayên Garê, berxwedana gel e, gerîla hêza tekane ye ku nûnertiya gelên Kurd dike ku dikare binxistina projeyên dewleta Tirk a dagirker têk bibe.

Wedha destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk ên li dijî erdnîgariya Kurdistanê berdewam in û tu carî ranewestîne, li Başûrê Kurdistanê êrişî Garê dike, li Rojava êrişî Eyn Îsa û herêmên Şehbayê dike, gefa dagirkirina Dirêk û Şengalê dixwe û li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd digire.

Wedha wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Divê Kurd li hember êrişên dewleta Tirk serî hildin û rê nedin dewleta Tirk ku herêmên din ên kurdan dagir bike."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Cd6LkhxhbCI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>