QSD’ê û Desteya Şûnwaran mekanîzmaya parastina cihên dîrokî nîqaş kir

Fermandariya Giştî ya QSD`ê ji bo nîqaşkirina rêbazên parastina cihên dîrokî yên li herêmê bi Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweser re civînek li dar xist.

QSD’ê û Desteya Şûnwaran mekanîzmaya parastina cihên dîrokî nîqaş kir
11 sibat, 2021   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji bo parastina şûnwaran û cihên dîrokî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û nîqaşkirina rêbazên koordîneya di navbera hêzên parastinê û Desteya Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokraîtk (QSD) civînek li dar xist. Fermandarên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn û nûnerên Desteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî civînê bûn.

Di civînê de Gerînendetiya Parastina Şûnwaran, astengiyên li pêş parastina cihên dîrokî şîrove kirin. Her wiha tekezî bi girîngiya koordîneya bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Polîsên Leşkerî û hêzên leşkerî re ji bo parastina cihên dîrokî, hate kirin.

Di dawiya civînê de tekezî bi van xalan hate kirin:

- Pabendiya QSD`ê bi perspektîfên leşkerî yên di 12`ê Cotmeha 2020`an de derketine yên girêdayî parastina milkên çandî.

- Pabendiya bi peymanên navneteweyî û qanûna bi hejmar 4’an a 2019`an a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku berê der barê parastina şûnwaran de derketibû.

- Zêdekirina xebatên di navbera Gerînendetiya Parastina Şûnwaran û hêzên ewlekariyê de.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/XYXeES4CQ50" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>