Berxwedana Garê bi çalakiyên cûda hate silavkirin

Li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi çalakiyên cur bi cur êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêma Garê hatin şermezarkirin.

Berxwedana Garê bi çalakiyên cûda hate silavkirin
11 sibat, 2021   14:32
ŞEHBA -QAMIŞLO

Bertekên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi taybet êrişên li ser herêma Garê zêde dibin.

Bi sedan şêniyên Efrînê yên li kampa Serdemê ya navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê meşek li dar xist.

Şêniyan pankartên wekî "Serkeftin xeta berxwedanê ye, binkeftin û serîdaxistin xeta îxanetê ye", "Neviyên Kawa dagirkeriya faşîzim têk dibin", "Îxanet qirkirina gel e" û "Bijî berxwedana gerîla" vekiribûn.

Meş bi berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û êrişên dagirekriya Tirk ên li ser Garê dest pê kir û li deriyê ketina kampê veguherî mîtîngê.

Piştî deqeya rêzgirtin, ji rêveberên Kampa Serdemê Ferdî Oso axivî bang li PDK'ê kir ku li hemberî êrişan helwesta xwe diyar bike û dev ji xeta îxaneta ya li doza Kurd berde.

Endama Kongreya Star a kantona Şehbayê Horiya Mistefa jî got: "Bi saya berxwedana gerîlayan ya li dijî dagirkeriya Tirk gelê Kurd di nava aramiyê de ye."

Horiya Mistefa bang li gelê Kurd kir ku ji bo têkbirina planên dagirkirinê yên dewleta Tirk banga xurtkirina têkoşînê li gel Kurd kir.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/oy9tWRMChvA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

QAMIŞLO

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hox8ZXwkl0k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Girêdayî heman armancê, Meclisa Bajarokê Eyn Dîwar a navçeya Dêrikê hevkariya PDK'ê ya bi dagirkeriya dewleta Tirk re şermezar kir.

Endamên Meclisa Bajarokê Eyn Dîwar a Dêrikê li pêşiya navenda xwe ya li gundê Bana Qesirê kom bûn û derbarê êrişên dewleta Tirk a li ser herêma Garê  û hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re daxuyanî dan.

Endana Meclisa Bajarokê Eyn Dîwar Feyrûz Temir daxuyanî xwend.

Feyrûz Temir, diyar kir ku PDK'ê ya ku nuqteyên hêzên gerîla ji dewleta Tirk re eşkere dike, berpirsê van êrişan e.

Her wiha bang li gelê Kurdistanê û Ewropayê kir ku li dijî êrişan dakevin qadan. Her wiha bang gelê Başûrê Kurdistanê kir ku erka xwe bi cih bîne û hevkariya PDK'ê ya li dijî dagirekriya Tirk şermezar bike.

Hêzên Parastina Civakê ya Jin (HPC-Jin) bi daxuyaniyekê êrişên artêşa Tir a dagirker ên li ser herêma Garê şermezar kir.

Daxuyanî bi beşdarbûna endamên HPC-Jin li çerxerêya Şehîdên Enternasyonalîst a bajarê Qamişlo hate xwendin. Endama rêveber a PYD'ê Dilşa Şawîş êrişên dewleta Tirk şermezar kir û bang li rêxistinên cîhanî yên têkildarî mafên mirovan û civaka sivîl kir ku li hemeberî êrişên bi armanca qirkirina gelê Kurd erka xwe bi cih bîne.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/EZiBB0GQiGg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>