PYD`ê êrişên li dijî Garê şermezar kir

Meclisa Giştî ya PYD`ê daxuyaniyek da û tê de got: “Dewleta Tirk hîna zihniyeta înkarkirin û tunekirina hebûna Kurdan dimeşîne û ji tevahî cîhanê re feraseta xwe ya li ser pêkanîna komkujiyan û qirkirina gelê Kurdistanê, îsbat dike.”

PYD`ê êrişên li dijî Garê şermezar kir
11 sibat, 2021   11:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokraîtk (PYD) got bi fermanên desthilata faşîst, duh (çarşemê) li dijî hêzên Tevgera Rizgariya Kurdistanê operasyoneke leşkerî ya hov hate  destpêkirin û herêma Garê û herêmên derdora wê hatin  hedefgirtin.

Meclisê êriş şemezar kir û diyar kir ku ev operasyon hemwextî nêzîkbûna salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tê, ku bi wê yekê ji cîhanê re piştrast dike ku zihniyeta dewleta Tirk li ser esasê faşîzmê û qikirina gelê Kurd e.

Meclisê di daxuyaniya xwe de bang li NY`yî, dewletên mezin û aktîv û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdanê bikin da ku şerê qirkirina komî li dijî gelê Kurdistanê û sembolên gel ên berxwedanê gerîlayên HPG`ê, rawestînin.

 Daxuyanî wiha ye:

“Di demekê de ku salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan nêz dibe û helwestên navneteweyî û yên gel ku banga azadkirina rêber Ocalan dikin û kombûna gelê Kurdistanê li dor rêbertî û proje û felsefeya biratiya gelan û jiyana azad zêde dibin, dewleta Tirk hîna îsbat dike ku zihniyeta înkarkirin û tunekirina hebûna Kurdan dimeşîne û ji cîhanê re feraseta xwe ya li ser pêkanîna komkujiyan û qikirina li dijî gelê Kurdistanê nîşan dide. Artêşa Tirk a dagirker bi fermanên dsethilata faşîst roja çarşemê (10`ê Sibatê) li dijî hêzên Tevgera Rizgariya Kurdsitanê gerîla operasyoneke leşkerî dest pê kir û êrişî herêma çiyayê Garê û herêmên derdorê kir.

Wekî Meclisa Giştî ya PYD`ê em van êrişan şermezar dikin, ku ji cîhanê re îsbat dibe ku armanca van êrişan tunekirina gelê Kurdistanê û hebûna wî li ser xaka wî ya dîrokî ye. Ev yek li gorî zihniyeta faşîst a Osmaniyan pêk tê. Em bang li NY`yî, dewletên mezin û aktîv û rêxistinên mafên mirovan dikin ku destwerdanê bikin da ku şerê qirkirina komî li dijî gelê Kurdistanê û sembolên gel ên berxwedanê gerîlayên HPG`ê, rawestînin. Her wiha em bang li hêz û partiyên nîştimanî yên Başûrê Kurdistanê û hikumetên Iraqê û Başûrê Kurdistanê dikin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û helwesteke zelal û çarenûsî nîşan bidin. Em bang li tevahî gelê Kurdistanê dikin ku li hemberî hemû rengên êriş û destdirêjiyên dewleta Tirk hevgirtî bin û têkoşînê bilind bikin.

Em bang li dewleta Tirk jî dikin ku êrişên xwe yên dermirovî li dijî Kurdên li welatên cîran rawestîne û çareseriyên aştiyane ji doza kurdî re bibîne.”

(cx)