Siyasetmedar: Komplo bi serhildana bi hezaran gelên cîhanê bi bin ket

Jinên siyasetmedar gotin ku dewletên komploger, bi armanca derxistina tevliheviyê li Rojhilata Navîn komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Her wiha piştrast kirin ku bi serhildana bi hezaran gelên cîhanê û piştî ku xwîn li Rojava têkil hev bû, komplo bi bin ket.

Siyasetmedar: Komplo bi serhildana bi hezaran gelên cîhanê bi bin ket
11 sibat, 2021   04:48
HELEB

Endamên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ên Helebê bi nêzîkbûna salvegera 22`yan a Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re, ji ANHA`yê re axivîn û pêwîstiya mezinkirina asta têkoşînê ji bo binxistina komployan, piştrast kir..

/kr/uploads/files/2021/02/10/212720_-.webp

Endama Meclisa Jinan a PYD`ê Cîhan Hisên diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hîna berdewam e û da zanîn ku komploger ji dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan armanc kirin ku vîna gelê Kurd bişkînin.

`ARMANCA TECRÎDÊ DÛRXISTINA CIVAKÊ JI FIKRÊN RÊBERTÎ YE`

Derbarê armanca dewleta Tirk a dagirker ji ferzkirina tecrîdeke girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan de Cîhan Hisên ev yek destnîşan kir: Dewleta Tirk ji tecrîdê armanc dike ku vîna gelan bişkîne, felsefeya rêbertî di girtîgeha Îmraliyê de bihêle û serok ji gelê wî dûrxe.

Cîhan wiha domand: Lê gelê Kurd, xwe bi rêxisitn kir, fikr û felsefeya rêbertî li Rojhilata Navîn û cîhanê belav bike. êdî parêznameyên wî di akademiyên cîhanê de têne xwendin.

Cîhan destnîşan kir ku bi milyonan gel û pêkhateyên cîhanê, fikr û felsefeya Serokê ku banga azadiyê, demokratiyê û xilaskirina gelan ji koletiyê, pergala zordest û avakirina civakeke azad, ji xwe re kirin bingeh. Li Rojava, xwîna bi dehan şehîdan ji tevahiya cîhanê têkil hev bû.

`ARMANCA KOMPLO, TUNEKIRINA PROJEYA NETEWEYA DEMOKRATÎK E`

Cîhan diyar kir ku dewletên komploger, ji komployê armanc kirin ku tevliheviyê li Rojhilata Navîn derxin, projeya neteweya demokratîk azadî, demokratî, wekhevî, aştî û biratiya gelan ji rêgezên wê yên bingehîn in, tune bikin. Lê piştî ku gelên Rojhilata Navîn xwedî li îdeolojiya Serok derketin, ev komplo bi bin ket.

Cîhan di dawiyê de got: Divê em fikrê Serok li tevahiya cîhanê belav bikin. Divê em asta têkoşîn û berxwedana li hemberî komployan û ji bo tunekirina xewnên osmaniyan, mezin bikin.

`KOMPLO BI SERHILDANA GELÊN CÎHANÊ BI BIN KET`

/kr/uploads/files/2021/02/10/212751_-.webp

Ji aliyê xwe ve endama rêveber a Nivîsgeha PYD`ê ya Helebê Hêvîn Silêman komploya navneteweyî şermezar kir û wiha domand: Komplogeran bi dîlgirtina rêber Abdullah Ocalan xwestin, dîrok, çand û zimanê gelê Kurd tune bikin ku rastî gelek qirkirinan hatiye. Komplo bi serhildana gelên li Kurdistanê û cîhanê li ser bingeha fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan, bi bin ket.

`PROJEYA SEROK KILÎTA ÇARESERKIRINA ALOZIYÊ YE`

Hêvîn Silêman da zanîn ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ji bo gelê xwe li ber xwe da û tê koşiya, her wiha rêbertî projeya neteweya demokratîk dest pê kir, da ku tevahî pêkhateyên Rojhilata Navîn bi demokrasî û li ser bingeha biratiya gelan bijîn, bi wê re jî ev proje dibe çareyek ji krîzên li Rojhilata Navîn re.

Hêvîn Silêman wiha domand: "Hîna jî krîzên li Rojhilata Navîn berdewam in, ji ber dewletên neteweperest li ser hesabên xwîna gelan hatine damezrandin û nikarin çareyekê ji van krîzan re bibînin. Êdî gel û civak bi desthilata navendîbûnê qebûl nakin. Ji lew re projeya neteweya demokratîk, projeyekî herî guncaw ji çareserkirina krîzên bigirêk ên li Rojhilata Navîn e."

Hêvîn Silêman bang li rêxistinên hiqûqî, CPT û Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bêdengiya xwe bi der kevin û erkên xwe pêk bînin û sînorekî ji sûcên dewleta Tirk a dagirker re deynin û bihêlin malbat û parêzên rêbertî serdana wî bikin û rewşa wî eşkere bikin.

Hêvîn Silêman wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê li hember plan û siyasetên îmhayê yên ku di şexsê rêbertî de gelê Kurd armanc dikin, têkoşîna xwe bilind bikin."

(şx)

ANHA