Berdevka însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’: Em hewl didin fikrên Ocalan bigihînin gelên cîhanê

Havîn Guneşer da xuyakirin ku hewl didin fikrên rêber Abdullah Ocalan bigihînin hemû gelên cîhanê û ji her kesî xwest ku bi rengekî çalak tev li xebatên kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ bibin.

Berdevka însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’: Em hewl didin fikrên Ocalan bigihînin gelên cîhanê
11 sibat, 2021   00:42
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Havîn Guneşer diyar kir ku armanca însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ ew e ku metirsiya darvekirinê ji holê bê rakirin û Komploya Navneteweyî ji cîhanê re were ragihandin û diyar kir ku xebatên însiyatîfê berfireh bûne û xebata sereke ya însiyatîfê niha jî ew e ku fikrên rêber Abdullah Ocalan bigihîne gelên cîhanê.

Berdevka însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ Havîn Guneşer ji ANHA’yê re axivî.

Li ser komploya beriya 22 salan a li dijî rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya gelê Kurd, Havîn anî ziman ku her çend komplo hatibe têkbirin jî, bi rê û rêbazên cuda xwe nû kir.

Havîn bi bîr xist ku rêber Abdullah Ocalan komployê wek mudaxele û ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn dinirxîne û got pêşketinên 22 salan ên li Rojhilata Navîn vê tespîta rêber Abdullah Ocalan piştrast dikin.

Havîn Guneşer diyar kir ku têkoşîna Kurdan û her wiha têkçûna modernîteya kapîtalîst, gelê Kurd xiste pozîsyoneke taybet û got: "Anthony Blinken şêwirmendê serokê Amerîkayê yê berê Clinton, di ekîba nû de ku piştî 22 salan dest bi kar kir, niha wezîrê karên derve ye. Hevpeyvîna wî ya vê dawiyê ku dibêje 'ez gelekî fikirîm' li ser biryarên berê yên di warê Sûriye û Lîbyayê de, bê guman em ê bibînin ka ev tê çi wateyê. Di wê demê de birêz Ocalan û tevgera azadiyê ya gelê Kurd projeya jiyana hevbeş û azad a gelan bi pêş xist û ew ji bo wan bû astengî. Ji bo vê jî hedefên sereke birêz Ocalan û tevgera wî bûn.”

 ‘OCALAN RAMYARÊ ŞOREŞGER Ê SEDSALA 21’N E’

Havîn Guneşer diyar kir ku vebijêrka yekane ya li ber Kurdan, berxwedaneke mezin e da ku bikarin hebûna xwe biparêzin û diyar kir ku di vî warî de divê her kes xwedî berpirsyarî be û wiha got: “Me dît ku xebateke berteng jî li Tirkiye û Sûriyê bû sedema pêşveçûneke çi qas girîng.”

Havîn got: “Tecrîda giran a li ser birêz Ocalan, yekser bi wan ve girêdayî ye. Ew ramangerê şoreşger ê sedsala 21'an e. Muxatabê sereke yê çareseriya demokratîk a pirsgirêkan e. Ez ne tenê ji bo Tirkiyê vê yekê nabêjim. Muxatabî li ser navê modernîteya demokratîk e. Tecrîda li ser birêz Ocalan û sûcên li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd û berxwedêrên wê, divê li gorî vê rastiyê werin nirxandin.”

‘ARMANCA ME EW E KU FIKRÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN BIGIHÎNIN GELAN’

Têkildarî armanca însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ ku piştî Komploya Navnateweyî hate avakirin jî, Havîn Guneşer ev nirxandin kir: “Di Adara 1999 'an de di encama însiyatîfa dostên Alman de ev însiyatîf hat avakirin û zû têkiliya azadî û aştiyê ya Abdullah Ocalan a bi Kurdistanê re, ava kir. Di wan rojan de 6 xelatgirên Nobelê û gelek siyasetmedar bûn îmzekarê  însyatîfê ku Wallerstein û David Graeber jî din ava wan de bûn. Di pêvajoya destpêkê de ji bo tehdîda darvekirinê ji holê bê rakirin û Komploya Navneteweyî ji cîhanê re bê aşkerakirin, xebatên însiyatîfê yên sereke bûn."

Havîn diyar kir ku xebatên wan roj bi roj berfireh dibin û got armanca wan a sereke ew e ku fikr û felsefeya rêber Abdulah Ocalan bigihînin gelên cîhanê.

XEBATÊN ÎNSIYATÎFÊ YÊN NAVNETEWEYÎ

Havîn diyar kir ku parêznameyên rêber Abdullah Oclan li gelek zimanan wergerandine, têkildarî gelek mijaran belavok çêkirine û danasîn kirine û wiha axivî: “Me hewl da gelan, jinan, ciwanan, tevgerên azadiyê û rewşenbîran bigihînin ramanên birêz Ocalan. Bi vê armancê me konferansên ku ramanên birêz Abdullah Ocalan nîqaş dikin, li dar xistin. Em jî 16 sal e bi Konseya Ewropayê û CPT’yê re di nava dan û standinan de ne. Em kampanyayên azadiyê dimeşînin. A rast, ev yek ji xebatên me yên bingehîn bû. Di vê çarçoveyê de, di kampanyaya azadiyê de ku 2012'an dest pê kir, ji 10 milyonî zêdetir mirovan daxwaza xwe ya azadiya birêz Abdullah Ocalan anî ziman. Em jî ji bo pêşxistin û zêdekirina komîte û însiyatîfên bi vî rengî, hewl didin.”

Havîn anî ziman ku pirtûka Diyalogên Avakirina Jiyana Azad ku cara yekemîn di sala 2019 'an de ji aliyê Weşanxaneya Aram ve hat weşandin, berhemeke xebatên wan ên salên dirêj e û ev nirxandin kir: “Di parêznameyên wî de me dît ku birêz Ocalan bi gelek kes û beşan re di nava diyalogê de ye. Di vê çarçoveyê de me xwest diyalogekê bidin destpêkirin û ev pirtûk amade kir ku di rojbûna birêz Ocalan de derket. Me pirtûk jê re şand. Lê hê jî em nizanin ka gihayê yan na. Pirtûk û nivîsên tê de gelekî bal kişand. Tevî ku em di nava şert û mercên giran de bûn jî, vê yekê lêvegereke baş çêkir."

‘DIVÊ HÎNA GELEK TIŞT BÊN KIRIN’

Havîn Guneşer destnîşan kir felsefeya rêber Abdullah Ocalan û tevgera azadiyê ya gelê Kurd ji tecrubeyên Mandela û Afrîkaya Başûr derbas kiriye û potansiyela wê heye ku bandora xwe li pergala cîhanê jî bike û wiha pê de çû:  “Di qonaxeke krîtîk a dîrokê de, ji bo herêmê û tevahiya cîhanê gelê Kurd xwedî pêşniyarên jiyaneke alternatîf, siyaset, civakî û têkiliyên mirovî ne. David Graeber di wê pirtûkê de gotibû; ‘Zehmet e ku mirov teorîsyeneke din bibîne ku di nava 50 salên dawîn de bi fikrên felsefîk û zanistî îlhamê bide bi milyonan mirovan. Di encama ambargoyên giran, astengî û têkoşînên mezin de ramanên birêz Abdullah Ocalan xwe gihand gelên cuda, jin, ciwan, tevger û rewşenbîran. Lê hê jî gelek tişt hene ku divê werin kirin. Gihandina vê felsefeyê ji beşên mezin ên gel re, wek qonaxa duyemîn li pêşiya me hemûyan e."

BANGA ÇALAKIYAN

Havîn Guneşer ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan bang li her kesî kir û wiha lê zêde kir: “Em dibêjin 'Dem dema azadiya Abdullah Ocalan û aştiya li Kurdistanê ye'. Em bang li her kesî dikin ku di vî warî de çalakiyan pêk bînin.”

ANHA