​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2021`AN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 11-02-2021`AN
11 sibat, 2021   00:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên Reqayê, cenazeyên 4 şehîdan li goristana Hikumiye oxir dikin saet 13:00`an. (BI WINE Û DÎMEN)

-Yekitiya Êzidî ya kantona Efrînê li navçeya Til Rifetê sinevizyonekê girêdayî komploya navneteweyî dide pêşendan saet 11:00. (BI WINE Û DÎMEN)

-Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Helebê, meşeke girseyî li dijî êrişên dewleta Trirk a dagirker li dar dixe. Meş dê ji hola civînan a li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd saet 11:00`an destpê bike. (BI WINE Û DÎMEN)

-Meclisa bajarokê Erûr ê navçeya Girkê Legê, ji bo şermezarkirina komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan civînekê li dar dixe saet 11:00`an. (BI WINE Û DÎMEN)

-Nûçegihanê me zirarên ku gihaştine ambarên Mişêrfe yên navçeya Eyn Îsayê ji ber êrişên dewleta tirk û çeteyên wê di dirêjahiya 3 mehên dawîn de, şopandin. Aliyên pêwendîdar jî hewl didin depoya genim a mayî veguhêzin. (BI WINE Û DÎMEN)

JIN

Havîn Guneşer da xuyakirin ku hewl didin fikrên rêber Abdullah Ocalan  bigihînin hemû gelên cîhanê û ji her kesî xwest ku bi rengekî çalak tev li xebatên kampanyaya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, Aştî ji Kurdistanê re’ bibin. (BI WINE Û DÎMEN)

Jinên siyasetmedar gotin ku dewletên komploger, bi armanca derxistina tevliheviyê li Rojhilata Navîn komplo li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Her wiha piştrast kirin ku bi serhildana bi hezaran gelên cîhanê û piştî ku xwîn li Rojava têkil hev bû, komplo bi bin ket. (BI WINE Û DÎMEN)

-Hiqûqnas û dadgerên Dîwana Edaleta Civakî ya Reqayê gotin ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navneteweyî ye û pêwîstiya mezinkirina asta têkoşînê ji bo têkbirina komployê piştrast kirin. (BI WINE Û DÎMEN)

-Çalakvan hemleya QSD`ê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê ku ji bo tolhildana şehîdan Seide û Hind silav kir û destnîşan kir ku zihniyeta dewleta Tirk ji zihniyeta DAIŞ`ê ne cuda ye ji ber ku her du jî vîna jinan dikin hedef. (BI WINE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

KNK-Rojava bang li gelê Kurd kir niha li dora şervanên azadiyê yên ku parastina azadî û axa Kurdistanê dikin, bicivin û piştrast kir ku bersivdana ji êrişên dewleta Tirk re ew e ku Kongreya Nîştimanî ya Kurd a giştî li ser asta Kurdistanê li dar keve. (BI WINE Û DÎMEN)

-Artêşa Tirk a dagirker bi rêya Îtîlafa Sûriyê hewl dide axa Sûriyê dagir bike. siyasetmedarê sûrî Semîr Ezam hişyarî da ku dewleta Tirk siyaset tirkkirinê li herêmên dagirkirî yên Sûriyê ferz bike û tev li axa xwe bike.(Bİ WÊNE)

DOSYA

Dewleta Tirk a dagirker bi rêya alavên xwe sepandina hebûna xwe li herêmên Sûriyê yên dagirkirî, berdewam dike. Ligel derxistina nasnameyên takakesî, hildana alan û bi bikaranîna lîreya tirkî, Erdogan mersûmek da, ku peymanege û fakulteyên girêdayî zanîngeha dewleta Tirk veke. Bi wê re Kadar Pîrî got ev tevahî sûc, kiryarên tirkkirinê derbas kirin, da ku van herêman tev li xaka Tirkiyê bên kirin. (BI WINE Û DÎMEN)

CIWAN

-Ciwanên Şoreşger a Til Temirê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî çiyayên Kurdistanê meşekê ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan orgenîze dike saet 12:00`an. (BI WINE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvedanê ya Ciwanên Şoreşger a li Parka Serok a li taxa Nasira ya Hesekê berdewam e. (BI WINE Û DÎMEN)

-Çalakiya konvedanê ya Tevgera Ciwanên Şoreşger ku li Kobanê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî li dar xistibû bi dawî dibe. (BI WINE Û DÎMEN)

-Ciwanên bajarê Kobanê piştrast kirin ku ew amade ne piştgiriya Garê bikin û rave kirin ku ew dagirkirina dewleta Tirk ji axa Kurdistanê re red dikin. (BI WINE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

Şêniyên li herêmên hikumeta Şamê ji hilweşîna beşa xwendinî û belavbûna gendeliyê bi gilî û gazin in. Her wiha pisporê kar û barên fêrkirinê piştrast kir ku pêwîst e guhartina giştî li welat çêbibe, da ku civakeke şareza ya pêşketî ku dûrî zimanê xwînrijandin û wêrankirinê were avakirin. (BI WINE Û DÎMEN)

-Şaredariyên gel bi armanca xizmetkirina şêniyan gelek proje li Ebû Firi û Til Hemîsê pêk anîn.(BI WINE Û DÎMEN)

ANHA