KNK-Rojava: Divê gelê Kurd niha li dora şervanên azadiyê bicivin

KNK-Rojava bang li gelê Kurd kir niha li dora şervanên azadiyê yên ku parastina azadî û axa Kurdistanê dikin, bicivin û piştrast kir ku bersivdana ji êrişên dewleta Tirk re ew e ku Kongreya Nîştimanî ya Kurd a giştî li ser asta Kurdistanê li dar keve.

KNK-Rojava: Divê gelê Kurd niha li dora şervanên azadiyê bicivin
11 sibat, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN-EKREM BEREKAT

Artêşa Tirk a dagirker di 10’ê vê Sibatê de êrişeke befireh li dijî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê pêk anî, tê de balafirên bi rêya asîmanî û leşkeran bi rêya bejahî êriş kir. Her wiha balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bi dehan gundên tê de şênî hene bombebaran kirin û li hember van êrişan jî HPG’ê berxwedaneke mezin dimeşîne.

Navena Çapemeniyê ya HPG’ê bi rêya daxuyaniyekê eşkere kir ku hêzên dagirker ên ku êrişan bi hedefa dagirkirina çiyayê Garê pêk tîne, di Başûrê Kurdistanê re bi rêya helîkopterên dewleta Tirk ên ji cureyên Skorkî û kobra derbasî herêmê bûn.

Girêdayî mijarê, endamê Desteya Rêveber a KNK-Rojava Merwan Hesen diyar kir ku ev êrişa dewleta Tirk ne ya yekemîn e û ne ya dawiyê ye jî û wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker heta niha zêdetirî 45 êrişên leşkerî li dijî Başûrê Kurdistanê pêk anîne. Di par de jî êrişî Heftanînê kir û HPG’ê êrişên wê têk birin."

Hesen da zanîn dewlet aTirk li hember her destkeftiyeke Kurd çi li Rojava çi jî li Başûrê Kurdistanê dibe, disekine. Her wiha hikumeta AKP’ê destwerdanê li piranî dewltên cîran dike, mîna Sûriyê, Iraq, Lîbya, Azerbaycan, Somal, Sûdan û heta Ewropa jî û wiha domand: "Erdogan Tirkiyê ji sifir pirsgirêk veguherand pirsgirêka bingehîn li herêmê."

Hesen eşkere kir ku du armancên êrişên dawîn ên dewleta Tirk hene, ya yekemîn tevahî destkeftiyên ku gelê Kurd li Başûr û Rojavayê Kurdistanê bi dest xistine, têk bibe û ya duyemîn jî qeyaran aborî û krîza li Tirkiyê binixumîne û derxe derve, da ku gelê Tirk ji ser krîza hundirîn mijûl bike.

‘DIVÊ GELÊ KURD LI DORA ŞERVANÊN AZADIYÊ BICIVIN’

Hesen pişrast kir ku bersiva herî xurt li hember êrişên dewleta Tirk ew e ku kongreyeke nîştimanî ya kurdî ya giştî li ser asta Kurdistanê were lidarxistin û yekitiya Kurd çêbibe û wiha pê de çû: "KNK’ê hewl da nakokiyên bigirêk ên di navbera hêzên Kurd de çareser bikin û hê jî ev hewldan heta niha berdewam in û niha şandeyek ji KNK’ê ji bo vê yekê li Başûrê Kurdistanê ye."

Hesen bang li gelê Kurd kir ku li dora şervanên azadiyê yên ku parastina azadî û axa Kurdistanê dikin, bicivin û wiha axivî: "Ji bo parastina destkeftiyên ku bi dest ketine, divê tevahî gelê Kurd li dora şervanên azadiyê bicivin."

Merwan Hesen di dawiya axaftina xwe bang li partiyên Kurd kir û wiha got: "Kurdistanê çar parçe ye û her parçeyek taybetmendiyên wê hene û em bang li partiyên Kurd dikin ku divê têkiliyên wê bi hêzên dîtir ne li ser hesabê doz û gelê Kurd bin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/e9MBn8YL2Yw" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>